DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Xwendekarên DTCF'ê hatin binçavkirin

 
29 Cotmeh
11:14 2016

ENQERE DÎHA) - Polîsên TEM’ê serê sibê bi ser malên xwendekarên DTCF'ê de girt û 6 xwendekarên kurd binçav kirin.

Polîsên TEM’ê serê sibê bi ser gelek malên xwendekarên Zanîngeha Enqereyê de girt. Polîsan di serdegirtina malên xwendekarên Fakulteya Erdnîgarî, Dîrok û Ziman (DTCF) de 6 kes binçavkirin. Xwendekarên ku hatin binçavkirin wiha ne: Hayrettin Arslan, Hakan Demir, Bahri Kusur, Mehmet Emin Akin, Enes Karakuş, Macit Arslan.


Li aliyê din polîsên bi ser mala Kubra Kiliç de girtin, li malê lêgerîn kirin û ji ber Kilç ne li malê bû ew binçav nekirin û çûn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN