DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

3 caran hatin koçberkirin, axa xwe neterikandin

 
29 Cotmeh
09:11 2016

ŞİRNEX (DÎHA) - Welatiyên Şirnexê ku 3 car in ji ber zordariya dewletê koçber dibin li gel her cureyê êrişan jî axa xwe naterikînin û li wargeha ku ji bo kurdên êzidî hatibû çêkirin li ber xwe didin.

Li Şirnexê qedexeya derketina kolanan ji 14'ê adarê heta niha berdewam dike. Şirnexiyên ku malên wan hatin hilweşandin dev ji axa xwe bernadin li gundên derdora Şirnex û konan de bi cih bûne û dest bi berxwedanê kirine. Şirnexiyên ku her cihê diçinê vediguherînin cihê berxwedan û jiyana kolektîf, bi polîtîkayên dewletê yên koçberkirinê re rû bi rû ne. Lê gelê Şirnexê li gel her curê polîtîkayên dewletê yên koçberkirinê jî li ber xwe didin û di terknekirina axa xwe de israr dikin.

Jina bi navê Fadîle Kûas nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dewletê yên koçberkirinê da û got ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe ew dev ji axa Şirnexê naberdin û axaftina wiha berdewam kir: "Di sala 1992'yan de jî em koçber bûn, me gelek nexweşî dît. Em niha jî ji malên xwe derketine. Em destpêkê çûn Silopiya, ji wir jî çûn Cizir û ji wir jî em hatin di van konan de bi cih bûn. Heta dilopek xwîna me di canê me de hebe em dev ji axa xwe bernadin."

Kûas got ku bila kes xeyalên cuda nekin, ew tu dem dev ji Şirnexê bernadin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li gelê Kurdistanê dikin ku herkes ji Şirnexê re rabe serhildanê. Şirnex ji bo kurdan xwedî wateyekî mezin e. Pêwîst e em hemû bi hev re lê xwedî derkevin. Botan ji bo her derê Kurdistanê rabûye ser piyan. Pêwist e ku her der ji bo Botan rabe ser piyan. Şirnex tu carî neketiye û wê nekeve jî."

'Bila herkes dest bide hev û pêşiya vê xwîna diherike bigire'

Ayşe Ûgrad a ku li Şirnexê kurê wê Bereket Ûgrad (Gelhat) jiyana xwe ji dest daye jî got ku ew naxwazin êdî ciwan bên kuştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me pir êş kişand, zarokên me hatin kuştin. Em êdî naxwazin ciwan bên kuştin. Em tenê dixwazin xweşiyek bikeve nava dinyayê. Bila herkes dest bide hev û pêşiya vê xwîna diherike bigire. Ev gelek caran leşker hatin ji me re dibêjin ji vir jî derkevin lê em li berxwe didin û em dibêjin heta Şirnex venebe û em venegerin Şirnexê em ji vir dernakevin."

'Dem dema ji bo Şirnexê rabûna ser piyan e'

Jina bi navê Hatîce Çiplak jî bi bîr xist ku ev qedexeya derketina derve li Şirnexê ketiye meha 8'eîmn û wiha pêde çû: "Ev 8 meh in em ji malên xwe derketine. Hemû malên me xirakirin lê li gel her tiştî em xaka xwe bernadin. Zivistan jî tê, em li vir in lê em çiqas zehmetiyan bikişînin jî em dev ji axa xwe bernadin. Pêwîst e em gelê kurd bibin yek heta em bikarin ax û warên xwe bi parêzin."

Çiplak anî ziman ku dem dema xwedîlêderketina Şirnexêye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em pir caran li hewara gelê xwe çûn niha jî dora Şirnex e ku em ji bo Şirnexê rabin serhildanê."

'Me tenê kavilên xwe divê'

Emîne Kulter jî diyar kir ku ew ji dewletê tiştek naxwazin tenê dixwazin di nava xirbeyan de jî be li Şirnexê jiyan bikin û wiha axivî: "Me tenê kavlên xwe divên. Em tiştek ji kesê naxwazin. Çi dibe bila bibe em tenê dinxwazin biçin Şirnexê. Me bi zorî ji konutan derxistin û niha jî dixwazin me ji van xanîyan jî derbixin."

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN