Jinên tev li daxuyaniyê bûn rastî 40 meh ceza hatin
EDENE (DÎHA) - 4 jinên di 15'ê Sibatê de li Edeneyê tev li çalakiye bûn bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine rastî 40 meh cezayê girtîgehê hatin.
Hevparên Kongreya Jinen Azad (KJA) li Edeneyê di 13'ê Sibatê de bi armanca 15'ê Sibatê Roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin li Parka înonu daxuyani dabûn çapemeniyê. Piştre der barê 4 jinan de doz hat vekirin. 4 jinên di 13'ê Sibatê de li Edeneyê tev li çalakiye bûn bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine rastî 40 meh cezayê girtîgehê hatin. Doza 4 jinan li 2'emin Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat ditin. Di rûniştinê de jinên ku hatin darizandin Halime Kuş, Hamide Temel, Mercan Temel û Dilber Temel amade nebûn. Tenê parêzerên wan amade bû li ser navê wan parastin kirin. Dozger bi hinceta Halime Kuş, Hamide Temel, Mercan Temel û Dilber Temel beşdarî çalakiyê bune xwestin bê cezakirin.
Parêzera jinan Beyhan Gunyeli diyar kir ku muwekîlen we ne sucdarin û xwest beraat bibin. Lê heyeta dadgehe bi îdîaya "propaganda rêxistinêkirine" ji bo her kesekê 10 meh bi giştî 40 meh cezayê girtîgehê biri.
Prz Gunyelî da zanin ku ev ceza li diji hiquqê ye û berteken xwe anî ziman. Gunyeli anî ziman ku ew dê îtîraza biryarê bikin.
(mae)