Qeyûm 10 xebatkarên din ji kar avêt
28 Cotmeh
14:25
2016
AMED (DÎHA) - Murat Kutuk ê ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Farqînê hat kirin 10 xebatkarên şaredariyê ji kar avêt û li şûna wan kesên nêzî AKP'ê girt kar.
Murat Kutuk ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Farqînê hat kirin karkeran ji kar davêje. Kutuk 10 karkerên ku girêdayî şîrketa taşeron dixebitîn jin arr derxist. Li şûna karkerên ji kar hatin avêtin hate hînbûn ku 10 kesên nêzî AKP'ê girtiye kar.
Piştî ku qeyûm hat tayînkirin heta niha 46 karker ji kar hatin avêtin.
(sa)