Li dijî wesayîta zirxî çalakî
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê şêvê din li hemberî wesayîta zirxi ya ku li taxa Nûrê dewriye diavêt çalakiya bombeya deng pek hat û wesayîta hat derbkirin.
Li navçeya Cizîra Şirnexê şêvê din derdora saet 22.00'an li hemberî wesayîta zirxî ya li taxa Nûrê dewriye digeriya bi bombeya deng çalakî pek hat. Di encama çalakiyê de wesayîta zirxî zirar dît lê der barê mirî an jî birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê li taxê fîşekên hewayî hatin teqandin.
Her wiha piştî bombeya deng hêzên dewletê taxa Nûrê bênavber gulebaran kir. Piştî bûyera hêzên dewletê lêgerîna li nav bajêr zêde kir.
(kom/no)