Nameya Altinors hat tunekirin
28 Cotmeh
13:30
2016
ENQERE (DÎHA) - Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinors ji girtîgehê nameyek navîsand, hat îdiakirin ku nameya Altinors a Erdogan rexne kiriye hate desteserkirin û tunekerin.
Buroya Çapmeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku der barê nameya ku Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alp Altinorj ji girtîgehê şandiye de biryara "desteserkirin û tunekirinê" hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hat got ku di çarçoveya biryarê de nameya Altinors a bi sernavê "Normal a nû: OHAL" hatiye desteserkirin û tunekirin.
Hinceta desteserkirin û tunekirina nameyê jî wekî heqeretkirina Serokomar Tayyîp Erdogan hat nîşandan.
(sa)