Dersimiyan guh nedan qedexeya walîtiyê
DERSIM (DÎHA) - Welatiyên Dersimê guh nedan qedexeya Walîtiya Dersimê ya ku li bajar daxuyanî bê dayîn, bi çalakiya rûniştinê binçavkirina Kişanak û Anli şermezar kirin.
Endamên ji bo Demokrasî û Kedê Yekîtiya Hêzê ya Dersimê ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli li ber Şaredariya DErsimê hatin cem hev. Hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul, parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu jî di nav de komê li ber şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anî.
Welatiyan li hemberî binçavkirinan bi dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Li ber xwe bide Amed, Dersim bi te re ye" nerazîbûnên xwe nîşan dan. Koma ku ji bo çalakiyê hatin cem hev ji aliyê polîsanv e hatin dorpêçkirin.
Onlu: Gel dê qedexeyê guhdar neke
Parlamenterê HDP'ê Onlu di çalakiyê de axivî û anî ziman ku tiştên ku îro tê kirin temamkirina darbeya nîvco mayî ye. Onlu destnîşan kir ku duh walîtiyê ji bo ku gel mafê xwe yê demokratîk bi kar neyne qedexe îlan kire û wiha axivî: "Qyûm tayînî şaredariyê dikin. Kedkarêncemaweriyê, çapemeniya muxalîf hemû hatin girtin. Li bajarê me jî walîtiyê duh daxuyanî da ku daxwazên demokratîk neyê kirin, hemû bi destura xwe ve girêda. Ev darbe ye. Ji darbeyê wêdetir ev daxuyaniya walîtiyê tayînkirina qeyûman e. Dibêjin sazî dê bertekî nîşanî çi bidin, çi nedin."
Onlu ani ziman uk gel dê tu caran van qedexeyan guhdar nekin, li dijî van pêkanîna gel li kolanan be bêyî ku kesekî mexdûr bikin dê çalakiyên xwe pêk bînin.
Piştî axaftinan gel dirûşma "Li ber xwe bide Amed, Dersim bi te re ye" berz kir.
Walîtiya Dersimê bi daxuyaniya xwe ya duh ve gotibû ku divê daxuyaniyên çapemeniyê beriya 24 saetan bên ragihandin. Çalakiya rûniştinê jî di nav de hemû çalakî hatibûn qedexekirin.
(sa)