Artêşa tirk êrîşî çalakgerên li ser sînor kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Welatiyên Efrînê yên ku li dijî dagirkirina artêşa Tirk a sînor herikîn ser sînorê Sorkê rastî êrîşa leşkeran hatin û di enamcê de welatiyek ji milê xwe birîndar bû.
Şêniyên Kantona Efrînê yên ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya axa Efrînê napejirînin û li gundê Sorke yê navçeya Racoyê ji bo lêkirina dîwarê şermê şermezar bikin herikîn ser sînor. Leşkeran bi guleyên rasteqîn û bombeyên gazê êrîşî welatiyan kirin û di encamê de welatiyê bi navê Izet Seydo Mîmî ji milê xwe birîndar bûyer.
Welatiyê birîndar ji aliyê berxwedêran ve rakirin Nexweşxaneye Avrînê. Ligel êrîşên artêşa Tirk gelê Efrînê berxwedana xwe didomîne.
Her wiha leşkerên tişk beriya niha jî êrîşî gelê Efrînê yê li ser sînor kom bibûn kiribûn û 3 welatî birîndar kiribûn.
(mb)