DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Dîlokê ji bo DAIŞ'ê riyeke nû

28 Cotmeh
12:16 2016

DÎLOK (DÎHA) - Kesê bi navê A.D. ê ku li Cerablus û Raî ya di bin kontrola DAIŞ'ê de ye bazirganiya sînor dike, diyar kir ku DAIŞ bi riyên nû ve dikeve Tirkiyeyê û MÎT û Emniyeta Dîlokê jî ji vî rêxistinbûna DAIŞ'ê agahdar e.

Hate îdiakirin ku tor û rêxistinbûna DAIŞ'ê ya Dîlokê disekine û di demên dawî de serdegirtinên malên hucreyê di çarçoveya lihevkirinekî de ye rêxistin bi riya kanalên nû xwe rêxistin dike û rê dibîne. Kesê bi navê A.D. ê ku di navbera Cerablus û Raiyê bazirganiya sînor dîke têkîlay di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de careke din deşîfre kir. A.D. diyar kir ku Dîlok ji bo DAIŞ'ê hê jî navendeke mezin e û ev rêxistinbûn ji aliyê MÎT û Emniyeta Dîlokê ve jî tê zanîn.

Operasyona li dijî DAIŞ'ê di çarçoveya hevkariyê de pêk hat

Hefteya borî li derûdora Zanîngeha Dîlokê û semta Gazîkentê la navçeya Şehîtkamîlê li dijî endamên DAIŞ'ê operasyon çêbû û emîrê DAIŞ'ê Mehmet Kadîr Cabel jî di nav de endamên DAIŞ'ê piştî ku Cabel bombeya li ser xwe teqandibû miribûn. Cabel ê ku yek ji bersûcên qatlîama Enqereyê bû tê gotin ku ji ber ku gelek belge li ser wî bûn û deşîfre bûne hate kuştin.

Rêxistina Dîlokê hat guhertin

Tê gotin ku DAIŞ berê li Dîlokê di bin kontrola emîrên bi navê Ebu Bekîr û Ebû Alî bû wan xebat didan meşandin, hate îdakirin ku ev herdu kesên navborî endamên MÎT'ê ne. A.D. ê ku di navbe a Cerablus û Raî ya ku di bin kontrola DAIŞ'ê de ye diçê û tê der barê têkîliyên navbera MÎT, Emineyeta Dîlokê û DAIŞ'ê de agahiyên balkêş da. A.D. ê nexwest ji ber ewlehiyê navê wî vekirî bû aşkerakirin diyar kir ku di bin navê operasyona li dijî DAIŞ'ê de tê xwestin têgehek bê afirandin û wiha axivî: "Ev ne rast in. rêxistina DAIŞ'ê ya di bin kontrola Ebu Bekîr û Ebu Alî deşîfre bûbû. Niha wan jî bi hin geşedanan ve guhertin pêk anîn."

'Berê bi veşarî dikirin niha bi aşkera dikin'

A.D. anî ziman ku piştî ku Tirkiye kete Sûriyeyê çeteyên DAIŞ'ê jî hin guhertin kirin û wiha axivî: "Berê DAIŞ hinekî veşarî dikir. Lê niha di bin navê AAS'ê de her tiştî dikin. Mînak li Karkamişê komên AAS'ê bi wesayîtan diçin û tên lê ew in. Rihên xwe birîn niha bi aşkera seqwiyata çekan dikin. DAIŞ'î di bin kontrola leşkeran de diçin û tên."

DAIŞ, MÎT û emniyet

A.D. der barê serdegirtinên malên DAIŞ'ê yên li Dîlokê de jî wiha got: "Kesên ku têkîliyên di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de dizanin kî deşîfre bûye wan tune dikin. Tiştên ku wê rojê li wir hat kirin jî di çorçoveya lihevkirinê de bû. Di destên an de der barê têkîliyên Tirkiye û DAIŞ'ê de belgeyên girîng hebûn. Planên qatlîamên Pirsûs, Amed, Enqere û yên din li Dilokê hat kirin. Ev kesên hatin kuştin van agahiyan dizanin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN