ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk der barê desteserkirina şaredariyan û geşedanê axivî û wiha got: " Hikumeta turk qîrkirinek siyasî li ser gelê kurd dimeşîne û dixwazin gelê me bêdeng bihêlin. 'Pergala dîktatoriyê ketiye meriyetê. Ger em bê deng bimînin dê barê me giran bibe." Hevşaredar Febrûniyê Akyol jî destnîşan kir ku hikumeta AKP'ê ji jinan ditirsin û her tim jinan dixin hedafa xwe.
* Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken derbarê operasyona Musulê de got ku gel û hêzên Rojhilata Navîn bi tu awayî
naxwazin Tirkiye tevli operasyona Musulê bibe.
* Endama Tevgera Ji bo Demokrasiyê û Seroka Giştî ya ANAP'ê ya berê Nesrin Nas, bang li her kesî kir ku ji bo demokrasiya tirkiye têkevin nava tevgerê û got: "Cihê şer lêhebe demokrasî tune. Maf û hiqûq tune. Tirkiye li ser piyê zinar e. Ger ku di zinar werbe dê bibe hezar perçe.
* Ocaxên Osmanî yên di nava gel de wekî "Artêşa Sarayê" tên zanîn, banga xwe bi çek bikin kirin. Derdorê bawerî û kêmaran li dijî vê bangê diyar kirin ku li dijî çekdarîbûnê tevger û têkoşîna bi rêxistin ferz e.
*Derûnînas Sefer Ozdemir, diyar kir ku girtina Zarok TV li dijî zarokên kurdan çalakiya herî djwar û bi tundî ye û ji bo zimanê zikmakî û Zarok TV berxwedan mafê herî heq û rewa ye.
* Koordînatora Şaxa Rêxistina Efoya Navneteweyî ya Tirkiye Ece Mîllî, diyar kir ku wan li Tirkiye belgeyên fermî yên îşkence, tacîz û tundiuya zayendî bi dest xistiye.
* Gelê Gazîemîrê ya Îzmirê ku bi salan e di nava bermahiyên fabrîqeya kurşunê de dijîn, niha jî di bin çopa Şaredariya CHP'î ya Gazîemîrê de hat hiştin.
* Rûniştina doza Beyza Ustun a di çarçoveya "Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî" ya Rojnameya Ozgur Gundemê nobet girt û doz der barê wê de vebû dê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Rêxistina HDP û DBP'ê dê li gelek bajaran binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bi daxuyanî û çalakiyan şermezar bike. (11:00) BI DÎMEN E
* Hevserokên HDP, DBP û KCD'ê dê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bibin û daxuyaniyê bidin. (11.00) BI DÎMEN E
* Înîsiyatifa Piştevaniya Girtiyan dê bi şîara "Em destûr nedin darbeya OHAL'ê ya girtiyan" dê di hefteya duyemîn de li ber Girtîgeha Silivrî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00) BI DÎMEN E
JIN
* Nûnerên saziyên jinan ên Îzmirê bertek nîşanî êrîşên Tirkiye yên li Rojava dan û anîn ziman ku êrîşên li Rojava li dijî destkeftiyên jinan in.
* Li Bazara Înê ya navçeya Muratpaşa ya Antalyayê, ji ber herî zêde jinan dezgeh ava kirine, hem kiryar û hem firoşger ji bazarê razî ne.
JINGEHA KEDÊ
* Hîndekarê Zanîngeha Kocaeliyê Doç. Dr. Hakan Koçak, êrîşên li ser qada kedê û kedkaran nirxand û diyar kir ku têkoşîna kedê û demokrasiyê bi hevve giredayî ye. Koçak, destnîşan kir ku ger hevsengiya têkoşîna ked û demokrasiyê neyê avakirin dê serkeftin pêş nekeve.