KJA li Îzmîrê atolyeya vehûnandinê vedike
 
								
							25 Cotmeh
									
										10:33
										2016
									
								ÎZMÎR (DÎHA) - Koordînasyonas KJA'yê ya Îzmîrê atolyeya vehûnandinê ya ku dê hemû jin beşdar bibin vedike.
Koordînasyona Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Îzmîrê di 29'ê Cotmehê de atolyeya vehûnandinê ku dê her hefte roja Şemiyê vekirî be û dê hemû jin bikarin tevlî bibin vedike.
Jin dê her roja Şemiyê li şaxa koordînasyona KJA'yê ya bajar di atolyeyê de bên cem hev û dê zêr û zîberan çêbikin. Berhemên ku jin di atolyeyê de çêdikin dê ji bo piştgiriyê bên firotin.
(mb)

 
			 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							 
							