ÎHD: Gardiyanan li girtîgeha Wanê îşkence li girtiya jin kirin
ENQERE (DÎHA) – Alîkara Sekreterê Giştî û Berpirsyara Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Necla Şengul, destnîşan kir ku îşkenceya li girtîgehan roj bi roj zêde dibe û got: "Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê gardiyanên jin îşkence li gerîllaya YJA-STAR'ê Saîme Avşîn kirine."
Piştî OHAL hat îlankirin êrîş, îşkence û binpêkirinên mafên girtiyan roj bi roj zêde dibe. Alîkara Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê û Berpirsyara Girtîgehan Necla Şengul derbarê rewşa êrîş, îşkence û binpêkirinên mafê girtiyan de axivî. Şengul da zanîn ku li Girtigeha Tîpa M a Wanê de gardiyana jin Nîlgûn îşkence li gerîlaya YJA-STAR’ê Saîme Avşîn a li Rûbarokê di şer de bi birîndarî dîl hatibû girtin kiriye û wiha axivî: “Saîme Avşîn bi awayekî birîndar dîl hat girtin. Di piyê Avşînê de platîn heye. Gardiyana bi navê Nîlgûn ji ber ku Avşîn îşkence kiriye platîna lingê wê de cih dilîze û derketiye. Piştî îşkence û derbkirinê Avşîn niha di girtîgehê de sandelyaya bi teker re diger e.”
‘Rewşa Saîme Avşîn di xeterê de ye’
Şengul diyar kir ku ji bona ku rewşa Avşîn giran nebe divê demildest emelyat bibe û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Divê ku demildest Avşîn bê emelyatkirin. Piştî îşkence û derbkirinê rewşa wê giran bûye û platîna di lêngê wê de cîh derketiye. Ji bona ku ew platîn careke din bikeve cîh divê demildest Avşîn emelyat bibe. Hevalên me çûn girtîhgehê û bi Saîme Avşîn re hevdîtin kirin û derbarê gardiyan Nîlgûn de serlêdana sûc kirin.”
‘Em ê rapora Şirnexê çend roj şûn ve parvebikin’
Şengûl destnîşan kir ku wan di derbarê Girtîgeha Şirnexê de raporek amedekirin e û axaftina xwe wiha domand: “Em çend roj berê çûn Şirnexê
û me di derbarê zext û zordariyên ku di Girtîgeha Şirnexê li hemberî girtiyên siyasî pêk tên raporek amede kir û em ê hefteya pêşiya me wê raporê ji raya giştî re parvebikin.”
‘Girtiya bi navê Sevda Delî di girtîgehê de rastîîşkenceyê hatiye’
Şengûl da xuyakirin ku di Girtîgeha Midyatê de li hemberî girtiyek jin îşkence hatoye kirin û wiha pêde çû: “Di Girtîgeha Midyatê de girtiya bi navê Sevda Delî rastî îşkenceyê hatiye. Hevalên me dê di têkildarê vê bûyerê de jî biçin mîdyadê û dê di derbarê rewşa Sevda Deliyê agahiyan ji midûryeta girtîgehê bigirin.”
‘Dawî li êrîşan bînin’
Şengûl herî dawî ev tişt gotin: “Niha rewşa gelek girtiyên siyasî dibin xetereyek mesin de ye. Gelek girttîgehên cûda de girtiyên nexweş hene û nayên dermankirin. Divê ku demildest hikûmet ji bo ewlehiya wan girtiyên nexweş gavekê biavêje. Ya ku niha em ji dewlet û hikûmetê dixwazin ewlehiya canê girtiyan e. Divê hikûmet dawî êrîşên ku li dijî girtiyên siyasî pêk tîne bîne.”
(fd/mae)