DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

24 Cotmeh
09:00 2016

* Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli, diyar kir ku li girtîgehan îşkenceya ku di dema rêveberiya awarte ya leşkerî de ne hatiye kirin niha tê kirin û wiha got: "Ger OHAL bê dirêjkirin dê rewş xiraptir bibe."

* Welatiyên Îzmîrê diyar kirin ku ew li dijî mudaxaleya Tirkiyeyê ya Mûsilê û sîstema serokatiyê ne û wiha gotin: "Heke dixwazin bila ew biçin eniya şer."

* Çalên ku li riya navenda Erdemliyê bi 10 gundan ve girê dide çêbûne wekî ku qûla xiltê kor in. Şaredariyên Mêrsîn û Erdemliyê beriya hilbijartinê ji bo çêkirina rê soz da lê welatiyan gundan diyar kirin ku piştî hilbijartinan wekî muxabat nehatine girtin.

* Hevseroka TYS'ê Suna Aras, bang li nivîskaran û helbestvanan kir û wiha got: "Dibêjin ku axa mirî avêtine ser me. Werin ser hişê xwe. Em di rewşek ne baş dene. Îro kîlîta li devê me xistine dê sibe li dilê me jî bixin."

* Welatiyên Sûriyeyê li hemberî "Operasyona Mertalê Firatê" ya li dijî Rojava daye destpêkirin bi gotina "DAIŞ Tirkiye ye, Tirkiye jî DAIŞ e" nerazîbûna xwe nîşan dan.

* Serokê Şaxa Komeleya Rojnamegerên Hemdem yê Enqereyê Can Guleryuzlu bal kişand ser êrîş û zordariyên ku li hemberî çapemeniyê tên kirin û got ku ji avakirina Komarê heta niha li hemberî çapemeniya mûxalîf û kurd êrîş hene lê di dema AKP’ê de ev êrîş derketin asta herî jor.

* Li navçeya Giyadînê welatiyan dest bi amadekariyên zivistanê kirin.

* Girtiyê bi navê Îrfan Ozeken ê ku nexweşê epîlepsiyê ye bangawaziya lezgîn: "Heke li nexweşxaneyekî neyê dermankirin krîza ku derbas bike dibe bi mirinê encam bibe."

* Şirnexiyên di konan de dijîn bersiv dan gefên Walîtiya Şirnexê yên, "hûn konan ranekin em ê bişewitînin" û gotin ku wê tu hêz nikare wan ji ax û doza wan bide dûrxistin.

* Îfadeyên malbatên ku zarokên wan di qedexeyên Cizîrê de hatîn qetilkirin ji aliyê dozgeriyê ve tên guhertin. Dayîka bi navê Gulê Înedî ku kurê wê hatibû qetilkirin diyar kir ku wê di ifadeyê de gotiyê, "kurê mi dewletê kuşt" û ev gotinên wê ji aliyê dozgeriyê ve nehatine nivîsandin.

* Dayîka Ûgûr Kaymaz, Makbûle Kaymaz bertek nîşanî navlêkirina kujerê kurê xwe ya pirê da û wiha axivî: "Ez kesên ku navê kujerê kur û hevjînê min dane pirê lanet dikim. Ev bû cara duyemîn ev kujer tê xelatkirin."

* Şefîka Turak a ku ji erdheja Erdîşê ji mirinê filitî bi 5 zarokên xwe ve ji bo ku ji TOKÎ'yan derkevin tê tehdîdkirin.

* Qeyûm Şîrîn Yaşar ê ku tayînî Şaredariya Erdîşê hat kirin bi pêkanînên xwe ve welatiyên navçeyê bêzar kir, piştî erdheja ku di 2011'an de qewimî wekî bû karaseta duyem a navçeyê.

* Sergînên ku zivistanê ji bo germ bin tê bikaranîn ji ber ku xwazeyî ye û bêpereye ji bo gundan tiştekî jêneger e.

* Endamên SGDF û malbatên kesên ku di qatlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane dê têkîldarî pêkûtiyên ku di demên dawî de li hemberî wan zêde bûye yi avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30) BI DÎMEN E

* "Nobeta azadiyê" ya ji bo Gerînendeyê Weşanê yê Giştî ya Ozgur Gundemê Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan a Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya, endamên Lijneya Şewirmendiyê ya Ozgur Gundemê Necmiye Alpay û Asli Erdogan li ber Girtîgeha Bakirkoyê dê bidome. (16.00) BI DÎMEN E

JIN

* Hevşaredarên DBP'ê yên qeyûm tayînî şaredariyên wan hatine kirin diyar kirin ku dewletê bi qeyûman peyama "desthilatdarî zilame, qada me ye, dema li hemberî desthilatdariya zilam çalakiyek we çêbû em ê hêza xwe bişînin wir" daye jinan û wiha gotin: "Em bang li hemû jinên Tirkiyeyê dikin. Li her cihî şîdeta li dijî jinan heye, qeyûm jî darbeyeke li dijî vîna jinan. Divê em ji bi hevre li dijî vê li ber xwe bidin."

* Alîkara Sekreterê Giştî û Berpirsyara Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Necla Şengul, destnîşan kir ku îşkenceya li girtîgehan roj bi roj zêde dibe û got: "Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê gardiyanên jin îşkence li gerîllaya YJA-STAR'ê Saîme Avşîn kirine."

* Hîvda Guler Talay bi sifirkarî ya ku wekî karê zilaman tê zanîn ve li aliyekî teşe dide sifirê li aliyê din jî têgeha sifr karê zilaman e pûç dike.

* Ayla Akat Ata, diyar kir ku ew ê kampanyaya "Ez xwedî li rêberê xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevim" bi biryarî bidomînin, têkoşîna wan a li dijî aqilê ku Tirkiyeyê bi rêve dibe berdewam bike.

* Her hefte li Akadimeya Jinê ya Amedê di atolyeya jinêolojiyê re zêdetirî 20 jinên xwendekarên zanîngehê ne modela jinên ay ku s^sitem ferz dike derbas dikin û dîroka jinê lêkolîn dikin.

ÇAND Û HUNER

* Bajarê antîk ê NYSA ya li Sultanhîsarê di encama kolandinên arkeolojiyê ya ku 100 sal berdewam kir de gelek berhemên dîrokî hatin dîtin lê qet turîst nayên bajarê antîk.

* Dêra Gurmşê ya li Rihayê ku rayedaran digotin dê bikin "navenda cazîbeyê" ji ber xemsariyê bû abîdeya şermê.

JÎNGEHA KEDÊ

* Karkerên înşeatê diyar kirin ku bi saya avahî û balexaniyên ku ew çêdikin patron serwetekî mezin qezenc dikin ji bo wan jî dibe gor xwestin ku ji bo ewlehiya canê karkerên înşeatê bê girtin kontrol bên zêdekirin



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN