Siyasetmedarên li Çewligê hatîn binçavkirin anîn adliyeyê
ÇEWLIG (DÎHA) - Li Çewligê 11 Siyasetmedarên hatibûn binçavkirin ku di nav de hevserokên HDP û DBP'ê jî hee anîn adliyeyê.
Siyasetmedarên ku di serdegirtina avahiyên HDP û DBP'ê yên Çewlig, Dara Hênê û Kanîreşê de hatibûn binçavkirin anîn Adliyeya Çewligê. Hate hînbûn ku ji 11 siyasetmedaran 5 siyasetmedar heya niha qet bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk neanîne.
Navên siyasetmedarên ku hatine binçavkirin wiha ne: Hevserokên HDP'ê yên Çewligê Zerîn Berdîbek û Mahmût Bozan, Hevserokên DBP'ê yên Çewligê Zeynep Yûrtsever û Feyzûllah Şeyhanoglû, Hevserok HDP'ê yê Dara Hênê Alî Yaşar, Rêveberê DBP'ê yê Dara Hênê Zefer Alçîçek, Endamê Meclîsa HDP'ê Mahmût Demîrel, Endamê Meclîsa DBP'ê Adnan Sari, rêveberên DBP'ê Muslum Mamûk û Firat Dener û keseka bi navê Mizgîn ku paşnava wê nehat zanîn.
(no)