Heyeta Ewropa Hevşaredar Ahmet Turk ziyaret kir
MÊRDÎN (DÎHA) - Heyeta Parlamentoya Ewropayê û endamên parazvanên mafên mirovan Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret kir.
Heyeta Parlamentoya Ewropayê û parazvanên mafên mirovan yên Ewropayê bi boneya binpêkirina li herêmê lêkolîn bike piştî hatin Amedê derbasî Mêrdîn bûn. Heyeta ku ji Parlamentera Bosna Denniz Gratz, Parlameterê Fransa Hervê Fêron, Endamê Parlamentoya Ewropa yê îngîlîstanê (AP) Julie Ward, Endamê Parlanentoya Ewropa yê Almanya Klaus Buchner, Endamê parlamentoyê ya Luksemburgê Frank Engel, Endamê Kibrisê Costas Mavrides, Endamê Portekizê Jose Maria, Serokê Tevgera Tabana dijberî Nijadperestiyê yên Firansa Ewropa (EGAM) Benjamin Abtan, Endamên înîsiyatifa Mafê ciwan û mirovan ên Rusya, Sirbistan, Hirvatistan, Danimarka, Kosova pêk dihatin Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Tur kli cihê wî ziyaret kirin. Di ziyaretê de Wekîlên HDP'ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim, Mithat Sancar jî amade bûn. Di ziyaretê de geşedanên li herêma Kurdistanê hatin parvekirin.
Turk, geşedanên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn parve kir û diyar kir ku divê êdî kurd jî xwedî nasname û statu be. Turk, anî ziman ku dewleta Tirk her dem kurdan ji bo xwe wekî tehdît dibîne û polîtîkayên înkar û îmhayê li ser wan dimeşîne. Turk, destnîşan kir ku Tirkiye naxwazin kurd li Rojava û Iraqê bibin xwedî statu û j ber vê yekê êrîşan pêk tînin. Turk, da zanîn ku ew ji bo mafê gelê kurd ê civakî siyasetê dimeşînin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Turk, herî d8awî bilêv kir ku Kurd li Rojhala navîn xwedî 40 milyon nifûs in û li Tirkiye jî hêjmara wan gelek zêde ye. Turk, bilêv kir ku daxwaza mafê wan ê statu û nasnameyê mafê herî rewa ye.
Turk, bal kişand ser taşînkirina qeyûman û wiha got: "26 şaredariyên ku li herêmê ji sedî 70 dengê gel stendine bi riya qeyûmê hatin desteserkirin. Niha ji bo 3 şaredariyên bajarên mezin ên DBP'ê qeyûm tayîn bike salek û nîv e mufetîşan dîşen.
(mae)