'Îro dem ne dema bêdengiyê ye'
ENQERE (DÎHA) - KJA'yê bertek nîşanî binçavkirinê li Enqereyê dan û diyar kir ku îro dem ne dema bêdengî û bendê mayînê ye û banga têkoşînê li her kesî kir.
Endamên Kongreya Jınên Azad (KJA), endamên HDP, BDP, HDK û Komeleya Elewiyên Demokratîk (ADAD) ên Enqereyê binçavkirinên li Enqereyê şermezar kirin. Di civîna ku li avahiya HDP'a Enqereyê hat lidarxistin de Koordînasyona Bajar a KJA'yê ya Enqereyê Sîhan Aydin Kaya axivî. Kaya, da zanîn ku ji ber şerê tê meşandin bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran jî warên xwe terikadine.
Kaya, bi lêv kir ku pêkanînên dijminahiyên ên îktîdarê her roja ku dike zêdetir dibe û wiha got: "Em her roj bi girtinên nû re rûbirû dimînin. Operasyonên ku bi hestên kîndarî tên meşandin qadanên siyaseta demokratîk teng dike. Em bang li hêzên demokratîk û aştiyê dikin. Îro dem ne dema bêdengî û bendê mayînê ye. Em dixwazîn demildest dawî li van pêkanînên bêhiqûqî bên anîn û kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan. Tu zext û zilim nikarin me bêzar bikin. Em ê têkoşîna xwe hîn xurttir bidin meşandin."
(mb)