DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Yuksekdag: Em li her derê ne emê li herê bin

 
22 Cotmeh
13:58 2016

STENBOL (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, diyar kir ku tayînkirina qeyûman a şaredariyan darbeya li dijî vîna jinê ye û got: "Hûn bi tayînkirina qeyûna tenê di nava dîwaran de hebin. Lê em li hemû qadên jiyanê hene û em dê li her derê hebûna xwe berdewam bikin.

Jinan li Otela Elîte World ya Stenbolê konferansa bi navê "Jin Rêveberiyên Herêmî Niqaş dikin" pêk anî. Di konferansê de Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag û Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Aysel Tugluk, Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, Endamên meclîsa HDP'ê, Hunermend Pinar Aydinlar, Hevseroka Sendîkaya Nivîskaran (TYS) Suna Aras, Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose, Cîgira Şaredara Stockholmê Ann-Margarethe Livh, Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kışanak, Vakfa Piştevaniya Jinê (KADAV), Jinên Ruyê Erdê, FilmMor, Gokkuşagi, KJA, Meclisa Jinên Sosyalîst û gelek jinên din amade bûn.

Endama Kordînasyona Meclîsa Jinan a HDP'e Beycan Taşkıran, anî ziman ku bi armanca balê bikşînin ser zext û pirsgirêkên li ser jinê vê konferansê pêktîne. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag jî anî ziman ku ew bawer dike dê konferans bi serkeftî bi encam bibe. Yuksekdag anî ziman ku jinan di rêveberiyên herêmî de destkeftiyên girîng û krîtîk bi dest xistine û ev encama ked û serkeftina jinêye. Yuksekdag, da zanîn ku li 103 şaredariyên DBP'ê bi awayekî fermî nûnertiya Hevserokatiyê heye û wiha got: "Pergala Hevserotayiyê ne tenê xebatên jinê ye. Di heman demê de feraseta jiyana wekhev û pêdiviya civakê ye. Ji bo wekheviya gelan û çînan pergala azadiya jinê ye. Bingehê jiyana nû ye. Bi 103 şaredariyan ev bihgeha jiyana nû hat avêtin.

Feraseta pergala mêrê serdest dara me ya team da ber keviran

Yuksekdag, anî ziman ku têkoyîna azadiya jinan bi cerebeyên rêveberiyên herêmî êdî di hemû qadên jiyanê de li şûna birêve biçe êdî dikare bi rêv bibe û bûyue xwedî vîn û hêz. Yuksekdag bilêv kir ku da zanîn ku ji ber dara team a jinê berhem daye dara wan dide ber keviran û wiha got: "Ger ku ne ji têkoşîna azadiya jinê ya dem dirêj bûya ev dar ew qas ber nedida. Niha feraseta mêrê serdest dara me ya bi bereket dide ber keviran. Armanca qeyûmê ya sereke darbeya li dijî vîna jinê ye. Li dijî têkoşîna demokratîk a gelan e.
Bi qeyûmê êrîşî pergala hevşaredariyê kirin. Li dijî vina jinê darbe kirine.


'Em ê dîroka xwe bi pênûsa xwe binivîsin'

Yuksekdag, da zanîn ku ew bi feraseta wekheviya zayendî ya civakî şaredariyên xwe bi rêve dibin û wiha pêde çû: "Ligel me avakirina wekheviya zayendî heye. Dixwazin barbeyê li vê nêrînê bixin. Hemû cihên ku qeyûm tên tayînkirin dixitimin. Hewl didin hemû destkeftiyên me bifetisînin. Divê em bi awayekî xurt li hemberî vê darbeya ku li hemberî jinan pêk tê bisekinin. Jinên dun navê wan di dîrokê de ne hat nivîsin lê jinên îro pênûs girtine destê xwe û dîrokê dinivîsînin. Êdî dê navê hemû jinan di dîrokê de bê nivîsîn. Îktîdara AKP'ê dê nikaribe wê rûpela reş a dîrokê carekdin veke. Ji ber ku jinên wekî me têdikoşin hene. Êdî em ê dîroka xwe bi pênûsa xwe binivîsin. Êdî li Tirkiyeyê tevgerek jinan a ku sînoran nasnake û azade heye. Li cihê xwe nasekine ev tevger."

'Em li hemû qadanin'

Yuksekdag, bi lêv kir ku îro kesên ku avahiyên şaredariyên me xesp dikin, kesên ku mirinê wekî 'madam' ji jinan re dibîne, wan ev enî ne dane wan, jinan bi keda xwe girtine û wiha got: "Em ê van eniyan tu carî ji were nehêlin. Wan qeyûm tayînî 24 şaredariyan kirin û xebatkarên şaredariye wekî bikevin navenda polîsan dikevin şaredariyê. Lê jiyan li derveyî avahiyên şaredariyê jî didome. Hûn tenê di avahiyên şaredariyan de hene, em di her atolye, hevdîtin û li her qadê ne."

Yuksekdag, gotinên Serokomar Erdogan ên wekî "Em ê wekî zilam bimirin ne wekî madam" rexne kir û axaftina xwe wiha domand: "Wekî zilam an jî wekî madam em ê bimirin. Tişta ku ji gelê Tirkeyeyê re rewa dibînin mirine. Di mirinê de jî cudakariyê dikin. Em ne hêzekî ku zû dest jê berdidinin. Em naxwazin mirinê bipejirînin. Nêrîna me ya siyasî jina û aştiye. Ya wan mirin û şer e. eb her du alî têdikoşin. Divê me li hemberî kesên siyaseta şer û mirinê didin meşandin siyasetek bi hêz bidin meşandin. Heta jinanên biwêrek hebin dê nikaribin riha wêrekiyê ya civakê bişikînin. Em ê li hemberî cudakarî û zextan têkoşîna xwe mezin bikin.

'Ya girîng bi rûmet jiyîn e'

Yuksekdag, destnîşan kir ku îktîdara siyasî Tirkiye vegerandiye goristana jinan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Îktîdara siyasî di encama siyaseta dorpêçê de laşê jinên berxwedêr tazî kirin û teşhîr kirin. di mehên destpêkê yên 2016'an de 200 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Îktîdara siyasî wekî ku jin li welat na mirin, mirina jinan biçûk xist. Li welat ji ber îktîdara siyasî her roj 30 jin tên qetilkirin. Mirov wekî zimal jî wekî jin jî dimirin. Em mirinê na jiyanê dihilbijêrin. Jinan jî jiyanek wekhev hilbijart. Mirina herî xirap a di çavê me de wekî dîktarorekê mirine. Ya girîng wekî mirovekê û bi rûmet jiyan kirine. Çi dibe bila bibe ne wekî mirina dîktatorekê be."

Konferans, bi xwendina rapora ku ji agahiyên ji GABB û şaredariyan hatine amade kirin didome.

(mae/mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN