DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li dijî xwendekarê berasteng êrîşeke nîjadperest

 
22 Cotmeh
10:16 2016

ÎZMÎR(DÎHA)- Xwendekarê Zanîngeha Katîp Çelebiyê Tolga Dûrmûş ê ku ji sedî 49 berasteng e, li zanîngehê komeke nîjadperest gef lê xwarin û pişt re rastî êrîşa wan hat.

Xwendekarê Pola 1’emîn ê Beşa Ragihandin û Çapemeniyê yê Zanîngeha Katîp Çelebiyê Tolga Dûrmûş (24) ê ji ber nexweşîna miyopatiyê ji sedî 49 berasteng e û bi zorê dimeşe, dema ji zanîngehê derdiket li Îstasyona Metroyê ya Egekentê bi hinceta ‘Komunîst e’ rastê êrîşa komeke nîjadperest hat.

'Heke tu 150 TL’yî nedî em ê dîsa li te bidin’

Dûrmûş ê ku di dema êrîşê de diranê wî şikiya û rastî heqaretên giran hat dest nîşan kir ku, piştî êrîşê kesên nîjadperest bi telefonê peyam jê re şandine. Dûrmûş diyar kir ku, di peyaman de wiha gef lê hatine xwarin; “Saet û telefona min şikiyane, heke tu 150 TL’yî nedî em ê dîsa li te bidin”, “Tu ji wan kesê li wir em ji hev veqetandin dua bike, em ê dîsa hevdu bibînin” û “Heke careke din werî dibistanê, em ji te re dizanin.”

'Rêveberiya zanîngehê mudaxile nake’

Dûrmûş diyar kir ku, rêveberiya zanîngehê qet mudaxileyî van koman nake û got, ji bere w berasteng e di dema êrîşê de nikare xweparastina xwe bike. Dûrmûş dest nîşan kir ku, ev êrîş ji ber polîtîkayên hikûmetê yên xelet in û sîrayetî dibistanan dikin û got, îktîdara siyasî ji ber sorkirina xwe yî nefretî, amadekariya zemînên tiştên wisa dike. Dûrmûş anî ziman ku, her diçe êrîşên li dijî xwendekaran zêde dibin û wiha got: “Ez pir meraq dikim, wê wêrekiya ku dê min nexin polê, gefan li min dixwin kî dide wan. Heke em berasteng bikin, ma em welatiyên dera han in qey, qey qet mafê me yî ravekirina fikrî tune ye?”

'Ez ê gilî bikim’

Dûrmûş da zanîn ku, ew hemû karên huqûqî bike û dest nîşan kir ku, ew ji ber nêrînên xwe yî polîtîk hedef hatiye girtin. Dûrmûş diyar kir ku, ji ber vê êrîşî bi awayekî fîzîkî zêde tehde lê hatiye kirin, diranekî wî şikiyaye û ji ber vê di dema xwarinê de zehmetiyan dikşîne. Dûrmûş wiha domand: “Ez ê dev ji vê bernedim, ez ê rapora derbê wergirim û gilî bikim. Berastengiya min wek firsend hat dîtin û êrîşî min kirin. Min ev heq nekiriye. Dê heta kengî ev êrîşên arasteyî xwendekaran bidomin, dê heta kendî çav ji ferzkirina ez çi bifirim tu yê jî wê bifikirî re girtîbin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN