Gel dide ser hev, lê BES diçirpîne!
RÊDÛR DÎJLE
AMED (DÎHA)- Di 1’ê çileya 2017’an de, dê bi beşdarîbûneke mecbûrî ya BES’ê re meaşê zêdeyî 13 milyon xebatkarî rastî “jêbirînê” bê. Xebatkarên ku ev pergal li wan tê ferzkirin, dê hem prîma emekdariyê bidin dewletê, hem jî dê para têkariyê/alîkariyê bidin BES’ê.
Li cîhanê gelek modelên cuda yên emekdariya şexsî hene. Di pergalên mecbûrî yên pergala emekdariya cemaweriyê de fînansman bi rêbaza belavkirinê tê sepandin, lê di Pergala Emekdariya Şexsî (BES/Bîreysel Emeklîlîk Sîstemî) de, rêbaza komkirina fonê, bi awayekî dîtir rêbaza kapîtalîzasyonê tê sepandin. Rêbaza kapîtalîzasyonê jî ew tişt e ku, karsaziyek aqçe û kara xwe yî ketiye ser hev ji bo zêdekirina sermayê bi kar tîne; an jî dahata ku dê ji deynên wadedirêj, senedên paydarî yên bi îmtiyaz bê bi xwe ye. Dahata ji van prîman bê wergirtin, dê ji bo veberhênaniyê bê beralîkirin û dahata ji veberhênaniyê jî bê wergirtin, dê di bin banê fonekê de bê berhevkirin û pişt re dê mehaneya emekdariyê ji vê fonê bê dayîn.
Di vê pergalê de du modelên sereke hene; “Prîma ku berê hatiye diyarkirin” û “Mehaneya ku berê hatiye diyarkirin.” Di modela pergala prîma ku berê hatiye diyarkirin de, miqdara mehaneya ku dê tabiî vê modelê bê, divê berê qet rastî mukelefiyetekê nehatibe. Kesên daxilî vê vê modelê bibin, di rîzîkoyê de çi windahî xwe bidin der divê qebûl bikin. Fonên emekdariyê ji aliyê saziyeke serbixwe ve tên bikaranîn. Di modela pergala mehaneya ku berê hatiye diyarkirin de jî; mehane bi formuleke ku berê hatiye amadekirin tê hesibandin. Miqdara mehaneyan ne li gor fonan, lê li gor wê formula hesibandinê ya ku hatiye qebûlkirin tê diyarkirin û rîzîkoya van fonan jî, karsaziya eleqedar digire ser xwe.
Li hin welatan beşdariya BES’ê li gor tercîha ye yanî li ser esasên dildariyê ye û li hin welatan jî li ser esasê mecbûriyetê ye. BES’a li ser esasên mecbûrî bi piranî li welatên ku qeyrana aborî û qeyrana ewleyiya ciakiyî dijîn tê sepandin. Bi vê pergalê re tê bawerkirin ku dê, rê li ber qeyrana aborî bê girtin. Ji ber vê pergala ewleyiya civakî tê arîzîkîrin û bi vî awayî mecbûriyetê li karkerên bi meaş ferz dikin da beşdarî BES’ê bibin. BES’a li ser esasên mecbûriyetê bi piranî li welatên wek Kolombiya, Şîlî, Perû, Arjantîn, Polonya, Meksîka û Macarîstanê tê sepandin. Her wiha dê di 1’ê çileya 2017’an de li Tirkiyeyê jî ya li ser esasên mecbûriyetî bê sepandin.
Dê bi BES’ê re meaşê 13 milyon xebatkarî rastî ‘jêbirînê’ bê
Li Tirkiyeyê dê BES’a li ser esasên mecbûriyetî di 1’ê çileya 2017’an de dest pê bike. Bi vê vê pergalê re dê meaşê zêdeyî 13 milyon karkerî rastî ‘jêbirşnê’ bê. Bi BES’a ku dê di destpêka 2017’an de têkeve dewrê, dê her meh ji meaşê kesekî/e ku bi meaşê asgarî dixetê her meh 49 lîre jê bê birîn, ku ev di salê de teqabulî 593 lîreyî dike. Xebatkarê ku bixwaze beşdarî BES’ê jî bibe, dê bi awayekî otomatîk ji mesrefa têketina fonê jê bê biîrn û ku ev mesref jî di navbera 3-10 TL’yî de ye. Xebatkar dê ji aliyê kardêr ve daxilî pergalê bên kirin û heke xebatkar nexwaze dikare di nava 2 mehan de ji vê pergalê derkeve.
Dê li gor qezencê jêbirîn pêk bê
Dê jêbirîna mehane li gor qezenca prîmî pêk bê. Di nav vê de prîm, îkramiye, meaş û hwd. jî cih digirin. Qezenc çiqas zêde bibe, dê jêbirîn jî ewqas zêde bibe. Jêbirîna mehane di navbera 49-321 TL’yî de diguhere. Mînak; heke qezenc hezar û 647 lîre be, jêbirîna wê yî mehan 49 û ya salane 593 lîre ye; heke qezenc 10 hezar û 705 lîre be, jêbirîna wê yî mehane 321 û ya salane jî 3 hezar û 854 lîre ye. Di vê çarçoveyê de dema mirov jêbirîna 13 milyon karkerî hesab bike hejmareke fahîş xwe de der û dê ev hejmar ji aliyê kardêran ve bê bikaranîn û dahata ku ji van jêbirîna bê bidestxistin, qaşo dê ji sedî 25 wek para alîkariyê lê bê vegerandin. Yanî BES di asasê xwe de bi jibirînan ne ku fêdê li xebatkaran dike, vê carê bêtir ji kada wan dixwe û ji xezîneya dewletê tiştekî li xebatakaran nayê vegerandin.
Xebatkar dide ser hev, BES jî diçirpîne!
Li Tirkiyeyê her diçe bêîstîkrariya siyasî bi awayekî zêde bandoreke neyînî li îstikrara aborî û jîngeha kedê dike. Lewra her diçe ev bêîstîkrarî zêde dibe, enflasyon zêde dibe û TL bêqîmet dibe, lê fatûraya hemûyan bi karsaz ango pergalên wek BES’ê li kedkar û xebatkaran tê birîn. Dema mirov li şîara BES’ê dinihêre ev dertê pêşiya mirov; ‘Tirkiye dide ser hev, xelata xwe distîne!’ Di vê çarçoveyê de dema mirov li xebatkaran dinihêre, ji xwe prîmên bêkarîtî, ewleyiya civakî, emekdarî û tenduristiyê didin dewletê. Bi ser vana re jî niha dê her meh bi awayekî mecbûrî, ji bo BES’ê jî, prîm ji meaşê wan bê birîn. Ku ev birîn bes bi kêrî karsazên fon û emekdariyan tê. Yanî xebatkar bi zor û heft bela didin ser hev, karsaz yanî yên wek BES’ê jî diçirpînin.