'Jin dikarin her tiştî bikin'
MÊRSÎN (DÎHA) – Meryem Yakar a 50 salî ku li gel hemû zor û zehmetiyan li bazarê dezgeh daniye diyar kir ku îro ne muhtacî tu kesî ye û got: "Ez fêrî bazirganiyê jî bûm. Êdî dizanim, jin dikarin her tiştî bikin."
Dayika 50 salî û 3 zarokan Meryem Yakar, li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li Bazara Herêma 3’yemîn dexgehê xwe datîne û li vî dezgehî rîçal û tiştên ku li malê hişk dike difiroşe û li gel hemû zor û zehmetiyan jî xebata xwe didomîne. Yakar diyar kir ku, ew wek jinekê her roj ji derheqê gelek zor û zehmetiyan dertê û anî ziman ku, ji di her qadên jiyanê de rastî binpêkirinan tê û got, divê jin di vî warî de bêtir li ber xwe bide.
Yakar diyar kir ku, dema wê 3 sal berê dest bi vî karî kir, her kesî henekê xwe pê dikir û dixwestin wê bixapînin. Yakar wiha got: “Bi taybetî jî esnafên mêr, ez mexdûr dikirim. Mînak, berên nebaş didan min û her carê ez bi 450 TL’yî dixisirîm.” Yakar anî ziman ku, ji ber wek jinekê li bazarê dixebite, ew rastî bertekên neyênî yên esnafên mêr tê û wha axivî: “En mantiq serwer e; tenê jin werin bazarê danûstendinê bikin, wê demê rêzek li hemberî wan heye. Lê dema jin li bazarê bazirganiyê bike, pêbawerî tune ye, biçûk tê dîtin.” Yakar diyar kir ku, jin li her derî tên binpêkirin û got, ew di tarfîkê de rastî tacîz û heqaretên ajokarên mêr tê.
'Divê jin xwe bi rêxistin bikin’
Yakar ragihand ku, bêyî ew muhtacî kesî bibe, bi sala ye dixebite û li ber xwe dide. Yakar wiha domand: “Îro ez ne muhtacî tu kesî me jî. Tenê, bila jin hay jê hebin ku ne muhtacî mêra ne. Bila wêrek bin. Bila xwe hepsî malê nekin. Divê jin xwe bi rêxistin bikin û piştevaniya wan bê kirin.”
(red)