DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

22 Cotmeh
09:00 2016

* Tiştên di salên 1939-1945'an de bi sere gundê Gumutê hatin, "Keçên winda yên Dersîmê" tîne bîra me. Hatay ku bi refedandumê bi Tirkiyeyê ve hat girêdan, ji ber qereqola li gundê kurdan Gumutê hat çêkirin jiyan serûbino bû. Apê Mustafa yê 95 salî û wekî haifaza gund tê nasîn dibêje "Bi sedan keç birin û li Helebê firotin."

* Li navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê yên Colemêrgê piştî daxuyaniyên Serokomar Erdogan tevgera leşkerî derket lûtkeyê. Ji ber îxtimala operasyoneke derveyî sînor seferên balafirên tên Geverê zêde bûne, sewqiyata leşkerî pêk tê û ligel baragehên nû yên sînor bi cerdevanan re jî civîn tên lidarxistin.

* Welatiyê bi navê Nasir Erol ê ku salek berê li ser îxbarekê li Stenbolê hat girtin, diyar bû ku ji ber wêneyê xwe yî bi kincên gelêrî kiriye profîla hesabê xwe yî Facebookê bi hinceta “Propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 3 meh ceza lê hatiye birîn.

* Yek ji berxwedêrên Sûrê, ku ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin Mahsûm Polat e. Bavê Polat, Yûsûf Polat diyar kir ku, kenê kurê wî hîn jî li Sûrê li ser bircan bilind dibe û dayika wî Ayfer Polat jî got, wek diyarî ji kurê wê saet û kefiya wî jê re maye.

* Endamê Însiyatîfa Cîwanan a Mafê Mirovan (YIHR KS) ê Kosovayî Albert Selîmî anî ziman ku, dema wî li welatiyan û saziyan guhdar kiriye û jê re behsa şer kirine matmayî maye û got, ew hîn bûye ku li Kurdistanê berxwedaneke bêhempa jî hatiye maşendin. Selimî dest nîşan kir ku, ew ê wahşeta li dijî kurdan li Ewropayê parve bike.

* Nûçegîhana Rojnameya To Vîma ya Yûnanîstanê Taîna Bozanînou ku bi heyeta Ewropî re hat Amedê anî ziman ku, rojnamegerên kurd li Tirkiyeyê di bin şert û mercên zor û zehmet de dixebitin û got, ne ji rojnamegeriya kurd bûya dê tu kesî der barê êrîşên dewletê de nikaribûya rastiyan hîn bibe.

* Parêzer Hasan Kiliç diyar kir ku, piştî îlankirina OHAL’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê li gel gelek girtîgehan, li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê jî binpêkirinên mafan bi awayekî zêde xwe didin der û wiha got: “Li qawîşên 10 kesî, 15 kes dimînin û ji ber cih tune girtî li erdê radikevin.”

* Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, girtiyê nexweş ê bi navê Necmettîn Olmez, ku 5 roj berê dest bi gireva biçîbûnê kiribû û ji neçarî dev jê ber da, rastî gefxwarina gardiyanan tê.

* Di navbera Wezîrê Perwerdehiya Mîlî û Serokwezîrtiyê de, têkildarî mijara mamosteyên ji peywirê hatine dûrxistin û îxrackirin nelihevkirine xwe dide der. MEB dixwaze mamsote dubare vegerin ser karê xwe, lê Serokweîzîrtî li dijî vê tevdigere.

* Ji bo Serokê AKP’a Amedê Mûhammed Dara Akar ê ku di daxuyaniyên xwe de tim îdia dike ku AKP aramî aniye herêmê, Ford Rangera zirxî û tîmên taybet hatin tahsîskirin.

* Li Xozatê, gorên zinarî yên di navbera gundên Peyik û Segedîkê de ne û xwedî paşerojeke 4 hezar salî ne, efsûniyek difûre.

* Xwendekarê Zanîngeha Katîp Çelebiyê Tolga Dûrmûş ê ku ji sedî 49 berasteng e, li zanîngehê komeke nîjadperest gef lê xwarin û pişt re rastî êrîşa wan hat.

* Li gundê Mîşrîfê ya Lîcê ku qedexe hat rakirin, bax û baxçeyên welatiyan ji aliyê leşkeran ve hat talankirin, guleyên balafirşikêr ên li ereziyê belav bûne xetereyê difurîne.

* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin bi slogana "Kiryar diyar in winda li kû ne" dê di hefteya 604'emîn de li Qada Galatasarayê çalakî li dar bixin. (12.00) BI DÎMEN E

* Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş dê di hafteya 239'emîn de li Qada Galatasarayê çalakî li dar bixe. (13.30) BI DÎMEN E

POLÎTÎKA

* Berdevkê Heyeta Îmraliyê û Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder ji bo mijara Mûsilê “Modela Cizîrê” pêşniyar kir û got: “Tenê çareserî, pêşniyarên ku bi sala ye Birêz Ocalan pêşniyar dike ne.”

* Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê bi sernavê "Jin Rêveberiyên Herêmî Nîqaş Dikin" bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag li Elite Word Otelê civînê li dar dixe. (10.00) BI DÎMEN E

JIN

* Meryem Yakar a 50 salî, li gel hemû zor û zehmetiyan jî li bazarê dezgehdariyê dike û wiha dibêje: “Îro ne muhtacî tu kesî me jî; fêrî bazirganiyê jî bûm. Êdî dizanim, tiştekî ku jin nikaribe bike tune ye.”

* Navenda Jinê ya Nûjiyanê ku li gundên Licê ji bo jinan, ji tenduristiyê heta pêşnûmaya malbatî, ji şideta nav malê heta pirzewacê perwerdehî dida, ji ber operasyonên leşkerî ji neçarî navber da xebatên xwe.

* Platforma Jinê ya Mêrsînê ji bo di civakê de li hemberî îstismara zayendî ya li dijî zarokan bihistiyariyê pêş bixe di çarçoveya "Kampanyaya Pifokên Sor" de li Qada Bariş a Mêrsînê tura bisiklêtê pêk bîne. (14.00)

* KJA dê têkîldarî binçavkirinên roja borî li avahiya HDP'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00) BI DÎMEN E

ÇAND Û HUNER

* Li Dîlokê NÇM’ya ku li dijî yozbûna çandî şer dike, bi qursên wek gîtar, baxleme, erbane, piyano, keman û ziman çand û hunera kurdî jîndar dike.

EKOLOJÎ

* Platforma Derya Reş di Îsyanê de ye û Palatforma Biratiya Zozanan dê li Yekîtiya Mulkiyeyiyan têkîldarî "Projeya Yeşîl Yolê" daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00) BI DÎMEN E

JÎNGEHA KEDÊ

* Di 1’ê çileya 2017’an de, dê bi beşdarîbûneke mecbûrî ya BES’ê re meaşê zêdeyî 13 milyon xebatkarî rastî “jêbirînê” bê. Xebatkarên ku ev pergal li wan tê ferzkirin, dê hem prîma emekdariyê bidin dewletê, hem jî dê para têkariyê/alîkariyê bidin BES’ê.



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN