DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Baroya Amedê: Di lêpirsîna Elçî de "lewazî" heye

 
21 Cotmeh
15:05 2016

AMED (DÎHA) - Alîkarê Serokê Baroya Amedê Velat Alan, diyar kir ku ligel li ser qetilkirina serokê berê yê baroyê Tahîr Elçî re 324 roj derbas bûne jî hêjî delîl hemû ne hatine komkirin û da zanîn ku di lêpirsîna Elçî de "lewazî" heye.

Endam û rêveberên Baroya Amedê ji bo qatilên serokê berê yê baroyê Tahîr Elçî bên dîtin û lêpirsînekî berfireh bê kirin li ber Edliyeya Amedê çalakî pêk anîn.
Di çalakiya ku gelek parêzer tevlîbûn de polîsan derdora çalekgeran dorpêç kir. Di çalakiya ku pankarta "Em te ji bîr nakin" hat vekirin de parêzer bi cibên xwe tevlî bûn.

Alîkarê Serokê Baroyê Velat Alan, li vir axaftinek kir û diyar kir ku ligel li ser qetilkirina Tahîr Elçî re 11 meh derbas bûne qatilên ku di nava rojê de li ber kamereyan Elçî qetil kirine nahatine dîtin. Alan, di dosyaya lêpirsînê ya Elçî de komnekirina hemû delîla wekî "lewazî" nirxand û wiha got: "Em vir carek din bang li rayedaran dikin. Em dixwazin di dosyaya Elçî de tişta pêwîst bê kirin. Me ronîkarina cînayeta Tahir Elçî ji bo xwe kiriye wekî rêgez."

Parêz piştî 5 qedeyan çalakiya rûniştinê belav bûn.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN