DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Onder: Êdî lîmîta zilmê jî xelas dibe

 
21 Cotmeh
13:10 2016

ENQERE (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî binçavkirina li ser endam û rêveberên HDP'ê pêk tên civîna çapemeniyê pêk anî. Onder, diyar kir ku lîmîtek zilmê jî heye û êdî ev lîtîma zilmê jî xelas bûye û hikûmet hişyar kir.

Wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder li gel rêveberên HDP'ê yên Enqereyê li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna çapemeniyê de gelek malbatên ku xizmên wan hatine binçavkirin jî amade bûn. Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Îbrahîm Bînîcî bertek nîşanî operasyonên li dijî kurdan da û anî ziman ku bi girtin û binçavkirinê nikarin xizmeta demokrasiyê bikin.

Wekîlê HDP'ê yê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder jî di serî de malbatên tev li civînê bûne silav kir û diyar kir ku operasyonên pêk hatin ne tenê bi Enqereyê bi sînor e û wiha got: "Ev operasyonên li dijî muxalefetê u demokrasiyê ye. Dixwaze hêza demokratîk ji pêş xwe rake. Operasyonên îmhayê yên li dijî HDP’ê operasyonên siyasî ne. Komeleya Rojava ji bo gelê herêmê yê mexdûrên şer xizmetê dike. Saziyek sivîl e. Niha em dibînin ku hikûmet êrîşî vê komeleyê jî dike. Plana A û B ya Hikûtemê plana paqijkirina kurdan a li Rojhilata Navîn e. Rêveberên me yên bajar û navçeyan ji bo îxtîdarê û hikûmetê sûcê wan nayê efokirin. Sedema vê yekê ji ber di hilbijartinê de ji dil û can xebitîn. Hemû jî hevalê me yên pir hêja ne. Hevalên me ji ber operasyon red kirin hatin binçavkirin. Dixwazin tola xwe ji me hilînin. Em dixwazin hevalên me yên hatine binçavkirin bi lezgîn serbest bên berdan. Dixwazin bi van operasyonê me bêzar bikin. Lê em bi van operasyonan bêzar nabin. Bawer dikim ku AKP'ê ji bîr kiriye ku em ne xerîbê van pêkanîna nin. Gel bi van pêkanînan terbiye nabe.

Zilm jî lîmîtek wê heye

Onder, da zanîn ku her zilmek jî lîmîtek wê heye û êdî zilma AKP'ê jî lîmîta wê xelas bûye û mîadê wê derbas bûye.
Onder, da zanîn ku tu pratîka Tirkiye ku pê xwe li Rojhilata Navîn biparêze tune û wiha berdewam kir. "Dixwaze bi pergala Serokdewletiyê mirovê bi tenê ava bike. Dixwaze meclîsê li dervê sînor bihêle. Mudaxaleyî her tiştî dike. Lê zinanin ku sînorekî zilmê jî heye. Êdî sînor û lîmîta zilmê jî derbas bûye. Em dîsa dubare dikin ku rêya çareseriyê rêya demokrasî û diyalogê ye. Me heta niha serî li hemberî zilmê netewandiye û em ji niha û şûnde jî serî li hemberî zilmê natewînin. Hikûmeta AKP'ê li şûna bi pratîkê zilmê re bê rûqalî hev û hesap bipirse hevkariya wan dike û wan diparêze. Brêz Ocalan diyar kir ku êdî îktîdar piştî vê nokteyê nikare pêşdetir biçe û xwest kesên li ser gel zilm meşandiye bila neyên gunehan dernexin. Dît ku em gavan paşve navêjin, niha dixwaze wekîlên HDP'ê bigire û kesen dengê xwe bilind bikin li derve nehêlin. Lê me her dem gotiye em yek kes jî bimînin em li hemberî zilma wan serî natewînin."

Dijberiya me ya Serokdewletiyê rêgezî yei

Onder der barê pergala Serokdewletiyê dejî anî ziman ku ew wekî rêgez li dijî pergala Serokdewletiyê derdikevin û li dijî navendîbûnê ne. Onder, anî ziman ku bi pergala Serokdewletîbûnê navendîbûn û bi Pergala Xweseriya Demokratîk jî vîna herêmî û demokrasî pêş divevke Di pergala Serokdewletiyê de tu rahm û hevî tune ye. "

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN