DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cebhet El-Ekrad: Êrîşên li dijî Şehbayê hatin şikandin

 
21 Cotmeh
12:42 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) – Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad diyar kir ku hêzên wan êrîşên balafirên şer û bejahî yên Tirkiye û çeteyên ku piştgiriyê dide hatine pûçkirin û şikandin.

Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad derbarê encamên êrîşên artêşa tirk û çeteyên Koalîsyona Sûriyê yên girêdayî wan, ên dijî herêmên Şehba û herêma Efrînê bi daxuyaniyekê raya gîştî agahdar kir.

Daxuyaniya Cebhet El-Ekrad wiha ye: "Piştî ku hemû hewildanên çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên Mertala Firatê yên pêşvehatina ber bi nuqteyên hêzên me ve, ku bi desteka bombebarana balafirên şêr ên Tirkiyê û topavêjên Tirkiyê re pêk dihatn, ji aliyê şervanên me ve hatin şikandin, îcar istîxbarata Tirkiyê tangên xwe li ser sînorê Sûriyê li Bakurê Helebê zêde kirin. Bi vê yekê re jî xwest ku desteka bejahî jî bide çeteyên xwe yên di operesyona Mertala Firatê, Feyleq El-Şam, Ehrar El-Şam û Cebhe El-Şamiyê. Em ji Tirkiye û çeteyên DAIŞ’ê re teqez dikin ku em li benda wan in da ku car din wan binkeftî paşve vegerînin. Em bi vîna gelê xwe li bejahiya Helebê, soza xwe ya bi gelê Sûriyê ku dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê wê tenê ji bo wan xewnek be, nû dikin. Terorîstên ku axa Sûriyê bi gelemperî û Şehba bi taybet dagir kirine dê weke cenaze, peya û binkeftî vegerin. Qehremanên hêzên me yê Cebhet El-Ekrad dê her kesê ku êrîşî Sûriyê dike, bişîne dojehê”.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN