DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevdîtinên heyeta Ewropayê didome

 
21 Cotmeh
12:35 2016

AMED (DÎHA) - Heyeta Parlamentoya Ewropayê û EGAM'ê ya ji bo hevdîtinê hatin Amedê têkîldarî bûyerên ku li Kurdistanê diqewime ji parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp agahî girt.

Endamên Parlamenteya Ewropayê û Tevgera Dijberên Nijadperetiyê ya Ewropayê (EGAM) ên ji bo hevdîtinan hatin Amedê têkîliyên xwe didomîne. Heyeta ku serê sibehê çû rêxistina AKP'ê ya Amedê, piştre jî çû avahiya KCD'ê, ji parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp têkîldarî bûyerên ku salek e li Kurdistanê diqewime agahî girt.

'Ya ku kurdan li cem hev digire xweseriya demokratîk e'

Yîgîtalp agahî da bûyerên ku piştî 7'ê Hezîranê, xirakirina bajarên Kurdistanê ji aliyê AKP'ê ve û qetlikirina ciwanên kurd vegot. Yîgîtalp paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan parve kir û diyar kir ku AKP jibilî netewe dewletê tu bawerî û nêrînan qebûl naki, tekane tiştê ku kurdan bi hevre digire xweseriya demokratîk e.

'Li dijî çapemeniyê êrîş heye'

Yîgîtalp êrîşa ku di 5'ê hezîrana 2015'an de li dijî mîtînga HDP'ê pêk hat bi wêneyan ve vegot, û der barê êrîşên ku qewimî de agahî da. Yîgîtalp têkîldarî êrîşên li dijî rojnamgeran jî agahî da û anî ziman ku li Tirkiyeyê li dijî çapemeniyê êrîşên cidî hene û tê xwestin hemû çapemeniya muxalîf bê bêdegnkirin, xwest ku ev rewşa ku ji binpêkirinên mafan wêdetir e ragihînin raya giştî ya navneteweyî.

Heyetê jî daxuyand ku li vin berxwedana heyî ji bo wan gelek girîng e û çi ji destên wan bê dê bikin, tiştên ku dîtine ragihînin.

Heyet piştre ji bo hevdîtinê derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Baroya Amedê bibe ji wir jî derbasî Sûrê lêkolînan bike.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN