Qeyûm belavkarê rojnameya "FETO" kir nûçegihanê xwe
ŞIRNEX (DÎHA) - Qeyûmê Silopiya xebatkarê berê yê Rojnameya Zaman a "FETO" û nûçegihanê Ajansa Anadolû (AA) bêyî ku serlêdanên ji bo kar bistîne kir nûçegihanê şaredariyê.
Piştî ku di 11'ê îlonê de Hikumeya AKP'ê bi tayînkirina qeyûman dest danî ser vîna gel niha jî qeyûmên dewletê dest bi cihkirina zilamên xwe kir. Piştî ku qeyûmê navçeya Silopiya Şirnexê dest bi kar kir ewil endamê AKP'ê û zabitayê berê yê şaredariyê kirin alîkarê xwe. Qeyûmê ku bi van pêkanîna dest bi kar kir niha jî bêyî ku serlêdanên kar bigire ji bo şaredariyê nûçegihanek girt. Bi girtina vî nûçegihanê fikara gelo qeyûm jî zilamê "FETO" ye têxe serê mirov.
Kesê ku qeyûmê Silopiya weke nûçegihan xistiye şaredariyê Şîmal Muldur e. Şîmal Muldur salên dirêj di nava "FETO" de xebatên belavkariya Rojnameya Zamanê kiriye û di her astê de xebatên cemaetê kirine. Li navçeyê her kes Muldur weke zilamê cemaetê nas dike û hemû derdora Muldur jî heya ku şerê di navbera AKP'ê û Cemaeta Gulen derketî ji zilamên cemaetê pêk dihat.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin qeyûm amadekariya stendina 40 kalkeran dike û lîsteya karkerên nû were stendin hêj niha hatiye amadekirin û ev kes jî hemû an zilamên qeyûm an jî xizmên kesên endamên AKP'ê û nêzî AKP'ê ne.
(kom/no/mae)