Komkujiya Lîcê 23 salin li benda ronîbûnê ye
AMED (DÎHA) - Di ser komkujiya Lîcê re ku bi hinceta General Bahtiyar Aydin hat kuştin pêk hat 23 sal derbas bû, lê hêj komkujî rehatiye ronîkirin, hesab ji kujeran nehatiye pirsîn. Parêzerê mexdûrên komkujiyê Fethî Gumuş ku ji destpêkê heta niha dozê dişopîne, diyar kir ku heta komkujî ronî bibe dê dozê bişopîne.
Li navçeya Lîcê ya Amedê di 22'ê Cotmeha 1993'an de di nav de Fermandarê Heremê yê Cendirmeyan Tuggeneral Bahtiyar Aydin jî heyî herî kêm 16 kes hatibûn kuştin. Di komkujiyê de 36 welatî birîndar bûbûn û leşkeran gelek xanî xera kiribûn û dabûn ber agir. Doza têkildarî komkujiyê hatî vekirin bi hinceta "ewlehiyê" ji Amedê birin Eskîşehîrê û pişt re birin Îzmîrê. 23 salin doz tê dîtin, lê heta niha komkujî nehatiye ronîkirin û kujer nehatine darizandin. Piştî komkujiyê 20 sal derbas bûn hêj nû doz hat vekirin û 3 salin doz tê dîtin. Parêzerê dozê Fethî Gumuş ku ji destpêkê heta niha dozê dişopîne têkildarî helwesta darazê ya li hemberî dozê nirxand.
Di çavê Dewletê de Lîce xwedî cihekî cuda ye
Prz. Fethî Gumuş, anî ziman ku di salên 90'an de li gelek navçe û bajarên herêmê leşkeran pêkanînên dijmirovahî li ser welatiyan meşand û wiha got: "Wê demê gelek guht hatin şewitandin û xerakirin. Gelek dever hatin bombekirin. Gelek welatî di kuştinên "Kujer nediyar" de hatin kuştin. Ji bûyerên herî berbiçav jî komkujiya 22'ê Cotmeha 1993'an a navçeya Lîceyê ye."
Gumuş, da zanîn ku ji ber gelê Lîcê piştgiriyek mezin daye tevgera kurdan û di serhildanan de cih girtiye di çavê dewletê de xwedî cihekî taybet e û wiha got: "Dewlet bi taybetî nêzî Lîcê bû. Belgeyên dewletê yên li ser Lîcê amade kirin ketibûn destê me. Yek ji van belgeyan li ser ciwanên kurd û rewşenbirên kurd di doza DDKO ya li Dadgeha Amedê derket pêşberî me. Di belgeyan de têkildarî rewşa kurdan agahiyên şênber û berfireh ketin destê me. Di beşa raporê ya der barê Lîcê de wiha dihat gotin: "Di tevgerek kurd de, dê herêm ji hewa de bihata gulebarankirin. Herêma bê bombekirin Lîcê ye. Lê li navçeya Lîcê li herêmên çiya valahiya hewayê heye. Divê li gorî wê tev bigerin. Di raporê de tenê ji bo Lîcê dibêjin dê ji hewa de bê bombekirin. Piştî raporê di 22'ê Cotmeha 1993'an de navçeya Lîcê ji hewa de hat bombekirin."
Komkujiya Lîcê berê hat plankirni
Gumuş, destnîşan kir ku dema Gerenal Bahtiyar Aydin kuştin wekî ku di navbera PKK û leşker-polisan de pevçûn derket û hat kuştin nîşan dan û plana komkujiya Lîcê berê hatibû plankirin. Gumuş, anî ziman ku Fermandarê Cendirmeyan ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin dema xwest biçe Pasûrê ji aliyê Fermandarê Cendirmeyan ê Alayê Albay Eşref Hatipoglu ve anîn Lîcê û bi lîstikekê anîn Licê û li wir kuştin. Gumuş, bilêv kur ku ji ber Bahtiyar Aydin li dijî şer derket hat kuştin.
Gunuş, da kanîn ku li gorî şahidan leşkeran derdorê navçeya Lîcê dorpêç kirin û ne pêkan bû ku PKK li nava bajar çalakî pêk bînin. Gumuş, destnîşan kir ku Serokê CHP'ê Deniz Baykal jî wê demê diyar kiribû ku PKK'ê ev çalakî pêk neanîye û xwestin biçin li wir lêkolîn bikin û bi raporekê pêşkêş bikin. Gunuş, bilêv kir ku lê leşkeriyê destûr neda ku heyeta CHP'ê biçe li herêmê lêkolîn bike.
Gumuş, destnîşan kir ku ji bo doz bê vekirin û bûyer ronî bibe li gel welatiyên Lîcê bi salan e têkoşîna hiqûqî didin û piştî çend roj mabûn ku dem di ser dozê re derbas bibe doz hat vekirin. Gunuş, têkildarî dozê wiha got: "Em wekî parêzer û wekî gelê Lîcê bê şik û guman bawer dikin ku bûyer wekî planekê ji aliyê leşkekan ve hatiye amadekirin. Wê demê me nizanîbû ku komkujî bi destê kê pêk hatiye. Ji bo em dosyayê ji dozger bigirin bi rojan em têkoşiyan. Min bi gelek rayedaran re hevdîtin kir. Wê demê min bi alîkarê walî re niqaş kir. Lê dîsa dosya nedan me. Lê min bi rêbazek cuda mînaka dosyayê bi dest xist û min li ser vê mijarê lêkolîn kir. Piştî min mijar fam kir ez ketin nava liv û tevgerê. Me fam kir ku li ser vê bûyerê çi lîstik hatine kirin.
Piştî hewldana dozger û hewldana me doz hat vekirin û me nehişt dem di ser dosyayê re derbas bibe.
'Kujerê qatlîamê em tehdîd kirin'
Gumuş destnîşan kir ku bi vekirina dozê re ji bo ku qatlîama Lîcê bê ronîkirin û berpirsyar bên cezakirin gelek hêvîdar bûne lê li şûna vê ji bo pak nîşandana kiryaran û li dijberê dewletê encamek dernekeve wekî dosyayên dişibin vê bi hinceta "ewlehiyê" neqyî Îzmîrê hat kirin.
Gumuş wiha berdewam kir: "Piştre me lêkolîn kir ku kiryarê esasî serheng Eşref Hatîpoglu piştî ku teqawît bûye li Îzmîrê bi cih bûye. Dosya şandin ber lingê wî. Ligel ku doz birin ber lingê wî jî kiryarê esasî yê dozê Hatîpoglu tenezul nekir û nehat dozê. Me gelek da zorê, gilî kir di dawiya dawî fermandarê kiryar anîn dadgehê. Li pêşberî dadgehê li şûna ku parastina xwe bike, wekî ku êrîşî me kir, em tehdîd kirin. Em û gelê Lîcê sûcdar kir."
'Darizandina polîs û efserekî dê bê wateya darizandina dewletê...'
Gumuş anî ziman ku kiryarên doza Lîcê tên parastin û di dozê de derketina encamekî erênî qels e û têkîldarî mijarê nêrînên xwe wiha parve kir: "Di dosyayê de hemû delîl hene. Ligel vê yekê jî tê xwestin li ser dosyayê bê girtin. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de, li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve di sûcên ku li dijî kurdan hatiye kirin û darizandinên hatine kirin de tu caran rayedarên dewletê nehatine darizandin. Ji ber ku darizandina efser û polîsekî tê wateya darizandin û cezakirina dewletê. Ji ber ku dewlet vê yekê dizane tu caran xwe nayne vî rewşê. Li vir tenê Muglaliyê li navçeya Qelqeliya Wanê fermana qetilkiran 33 kurdan dabû îstisna ye. Lê piştre îtibara wî jî hat îadekirin. Navê wî dan li cadeyekî Qelqeliyê. Parêzerên ku doz şopandin û wekî gelê Lîcê em ê vî dozê bişopînin."
Der barê dozê de
Li navçeya Lîcê di 22'yê cotmeha 1993'yan de 4 rojan xirakirin û talana navçeyê ji aliyê hêzên dewletê ve hat kirin, 16 kesên ku di nav de Fermandarê Herêmê ya Cendirmeyan Bahtiyar Aydin jî hebû jiyana xwe ji dest dan. Gelek mal ^ukargeh ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin, bi hezaran welatî mecbûr man ji navçeyê koç bikin. Li gorî qeydên fermî ji 401 avahiyan 302 avahî bi temamî xisar dît, 86 avah^idi asta duyemîn de, 13 avahî jî kêm zirar dîtin û rapor bi vî rengî hatin dayîn. Di doza Lîceyê de ji ber ku lêpirsînekî bi bandor û berfireh nehat meşandin doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Tirkiye di çarçoveya çareserkirina dostanî de ji ber ku mafê jiyanê binpêkiriyê bi pereyê wê demê 4.1 tirilyon pere dabû mexdûran.
Îdianameya têkîldarî qatlîamê ji bo demborî bibe rojek mabû hate qebûlkirin, darizandin piştî 21 salan di 16'ê çileya 2014'an de dest pê kir. Dî îdianameyê de berovajî gotinên rayedarên dewletê hatibû gotin ku PKK'ê êrîşî navçeyê nekiriye.
Der barê Fermandarê Alaya Cendirmeyan Serheng Eşref Hatîpoglu yê teqawît û esfer Tunay Yanardag de cezaya muebeta girankirî hat xwestin. Yanardag di 23'yê tebaxa 2015'an de li Sîngapurê krîza dil derbas kir û mir.
Doz bi hinceta ewlehiyê ewil ji Amedê neqlî Eskîşehîrê piştre jî Îzmîrê hat kirin. Doz li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê tê dîtin.
(mae/sa)