Tirkiye û çeteyên piştiriyê dide êrîşî gundên rizgarkirî dikin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çeteyên ku Tirtiye piştgiriyê dide êrîşî gundên Hesiye, Um El-Qura, Um El-Hoş û Herbel ên rizgarkirî kirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê dide li herêma Şehbayê êrîşî gundên ku hatine rizgarkirin dike. Artêşa tirk û Koalîsyona Sûriyê ên girêdayî wan, êrîşî bejahî tînin ser gundên Um El-Qura û Hesiya ên girêdayî Şehba û gundên Um El-Hoş û Herbel ên bakurê bajaroka Marii.
Bi êrîşan re hemwext Tirkiye noqteyên hêzên şoreşger ên li van gundan bi topên obîs û hawanan topbaran dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyekî hêzên şoreşger hatine wergirtin, di dema êrîşan de balafirên şer ên Tirkiyê bê navber li ser herêmê difirin
(sa)