'Bi kuştinê nikarin me ji axa me derxînin'
MÊRDÎN (DÎHA) - Malbatên Kadîr Barak û Hamît Çevîk ên li Nisêbînê yên ku 3 roj berê di dema valekirina xurdeyan de teqînek çêbû û jiyana xwe ji dest dan betek nîşanî teqemeniyên ku bêkontrol li cihan tên hiştin dan. Birayê Çevîk, Mervan Çevîk da zanîn ku bi kuştinan nikarin wan ji ser axa wan koçber bikin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 18'ê Cotmehê de li herêma sîteya sanayiyê ya taxa Dîcleyê teqînek pêk hat û zarokê bi navê Kadîr Barak (14) û ciwanê bi navê Hamît Çevîk (23) jiyana xwe ji dest dan. Malbatan diyar kirin ku zarokên wan di encama xemsariya rayedaran de jiyana xwe ji dest dane. Xurdeyên ku ji 6 taxên ku destûr nayê dayîn kesek bikevê tên derxistinli qadên vekirî tê valakirin û tahlûkeyan bi xwe re tîne.
Ji 25'ê Tîrmehê ve ku qedexeya nihek herêman hatiye rakirin li navçeyê gelek teqîn çêbûn. Dayîka Kadîr Barak Fehîme Barak, da zanîn ku êdî tehemûla wan ji mirinan re nemaye û wiha got: "Ma kurê min şer dikir? Zarok li vir şer nekin jî tên qetilkirin. Her roj bombe diteqin. Dibêjin em paqij dikin lê ne wisaye."
Bavê Barak Mehmet Şerîf Barak, bi lêv kir ku beriya niha ew li taxa Êlika bûn ew ni ji ber xirakirina malan ji ber qetilkirina mirovan xemgînin û wiha pêde çû: "Ez ji zaroktiya xwe ve li virim. Ev tiştên ku me jiyane kesek ji me ji bîr nake. Me 6 mehan li hemberî gule û hewanan li ber xwe da, em di qedexeya dawî de mecbûr man derkevîn. Mala me xirakirin me got zarokên me saxin tiştek nabe lê zarokê me jî ji me girtin. Me hêvî dikir ku dê aştî pêk were lê niha zarokên me dimirin."
Barak, destnîşan kir ku xurteyên malên tên xirakirn li derdorê tên hiştin û wiha domand: "Li şûna derdora xurdeyan têl bên rêsandin li derdora taxan têlan dirêsin. Ger ku ew xurde nehatine paqijkirin çima davêjin derdor. Ger dordora wan hatiba têlkirin dê kurê min jiyana xwe ji dest nedaba. Kurê min ne mir hat kuştin."
'Me cara dawî kurê xw e ne dît'
Dayîk Fehîme Barak ji roja teqîn çêbûyî wiha vegot: "Kurê min ji bo birayê xwe ji dibistanê bîne çû. Piştî demek derbas bû bavê wî geriya û got Kadîr li male yan na. Min got çûye birayê xwe bîne. Bavê wî got bombe teqiyaye û Kadîr birîndar bûye. Em çûn nexweşxaneyê lê nehiştin em bibînin. Em 3 saetan sekinandin. Polîs bêyî tiştekê bizanin ji me re gotin; 'ne zarokê we ye biçin malê' me cilên wî terîf kir, ji me re gotin; 'ma em ji ku dizanin' û ew derxistin. Me xwest binêrin ka kurê me ye yan na lê ji me re gotin 'em ê tu caran destûr nedin ku hûn lê binêrin.' Li nexweşxaneyê xizmek me hebû me ji wê pirsî. Bêyî ku nîşanî me bidin li ambulansê siwar kirin û birin Mêrdînê. Serê sibê em çûn me cenazeyê kurê xwe girt û defin kir. Me cara dawî kurê xw e ne dît."
'Bombeyan ji zarokan re dihêlin'
Barak destnîşan kir ku roja ku li navçeyê bombe neteqin nîne û wiha pê pê de çû: "Mala min xera kirin û zarokê min hat qetilkirin. 6 zarokên min hebûn. 5 Zarokên min man. Ma kurê min şer dikir? Zarokên şer nakin jî li vir hatin qetilkirin. Her roj bombe diteqin. Dibêjin em paqij dikin lê paqij nakin. Bombeyan derdixin û diavêjin ser zarokên me. Kadîrê min li ser duçerxê bû ji bo neçe taxê xatîka wî hişyarî dabûyeê. Dema li ser duçerxê ye jî bombe diteqin."
'Ji bo debara zarokên xwe bike dixebitî'
Dayika Hamîk Çevîk (23) ê ku di teqînê de jiyana xwe ji dest da Yildiz Çevîk jî anî ziman ku ew li ser axa xwe rastî zilma dewletê tên û got ku ew di bin malên brîket a xerabûyê de jiyana xwe didomînin. Çevîk da zanîn ku Hamît li pey xwe du zarok hiştin û wiha got: "Hevjîna Hamît ducanî bû û du zarokên wî hebûn. Ji bo debara zarokên xwe gund bi gund digeriya karê xurdevaniyê dikir. Ne di rewşa bixebitiya de bû. Ew der ne herema qedexe bû. Divê ku wir paqij bikirina. 8 keçê min û 4 kurê min hene. Du zarokên kurê min hebûn. Em çawa di bin vê zilmê de bixebitin."
'Em ê dev ji vê axê bernedin'
Birayê Çevîk, Merwan Çevîk jî diyar kir ku ew kesê ji bo mirina birayê wî bûne sebep dê efû neke û wiha got: "Em ê tu carî dev ji axa xwe bernedin. Bila dev ji îşkenceya li ser vê axê berdin. Ma ez ê ji ser vê axa ku birayê min xwîna wî hatiye rijandin veqetim? Ev der welatê me ye. Ne ez û ne jî xwişk û birayên min em ê dev ji vê axê bernedin. Bi xwîn rijandinê nikarin me ji ser vê axê sirgûn bikin. Em ê axa xwe ji tu kesî re bernedin. Em li ku di bin bila bibin lê em zarokê vê axê ne. Mala me xerakirin niha jî em li vê mala xerabeyî dijîn. Ev jî têr nekir niha jî diçin bombeyan datînin derdorê û me xizmên xwe winda kir. Êvarê xwarin dixwar lê serê sibê nedixwar. Dilê dayika min şewitî lê bila dilê tu dayikê ne şewite. Bila destê xwe ji ser vê axê rakin."
(mb-bg)