DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji erdhejê bêtir dewletê zerar da erdhejzedeyan

 
21 Cotmeh
10:52 2016

ÎDRÎS YILMAZ

WAN (DÎHA)
- Di ser erdhejên 23'ê Cotmeh û 9'ê Mijdara 2011’an de li Wan û Erdîşê pêk hatin re 5 sal derbas bûn, lê hêj dewletê sozên ku daye erdhejzedeyan pêk neanî. Mexdûrên erdhejê diyar kirin ku bi qasî dewletê ew mexdûr kirin erdhejê ew mexdûr nekirin.

Di 23'ê cotmehê û 9'ê mijdara 2011'an de li Wan û Erdîşê 2 erdhejên mezin pêk hatibûn. Di erdheja pêla wê 7.2 û 5.6 pêl pêk hat de 644 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi hezaran kes jî birîndarbûn. Dîsa li Wan û Erdîşê 28 hezar xanî hilweşiya bûn. 4 sal derbasbû lê hêj birînên welatiyan derman nebûye. Hêj birînên welatiyan nehatine kewandin. Di nava zivistanê de him li bajarên konan û him jî li taxan nêzî 200 şewat derketin û di şewatan de 11 zarokên temenê wan 3-7'an jiyana xwe ji dest dabûn Bi dehan kes jî birîndar bûbûn. Piştî erdhejê di konê malbata Doru de di 16'ê adara 2011'an de ji ber sobeyê şewat derketibû. Di şewatê de jê 4 zarok 5 kes birîndarbûn. Di şewatê de zaroka bi navê Mehmet Doru yê 2 meh û nivî bi giranî birîndarbû û dema ku rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê di rê de jiyana xwe ji dest dabû. Welatiyên ku soza xaniyên TOKÎ girtin hêj li derve dijîn. Welatiyên ku di bajarên konteyniran de hatin bicihkirin, Walîtiya wanê û AFAD'ê ceyran û av ji ser wan qut kir û necar hiştin ku derkevin derve. Welatiyên piştî erdheja Wanê di bajarên konteyniran ên Anadolu, Tahirpaşa û Kaya Çelebi de man û piştre hatin derxistin. Şaredariyên kurdan destê alîkariyê dirêjî gelê Wanê kir û bi alîkariya zexîre, kon û alavê jiyanê hewl da ku welatî mexdûr nebin. Dîsa saziyên sivîl û civakî, bixebatên tenduristî, civakî û aborî hewl dan ku gelê Wanê zerar nebîne. Lê dewletê sazên ku dabûn gel hêj pêk neanîne.

Welatiyên ku AFAD û Serokwezîrtiyê soz da wan hêj mexdûr in û hêj rayedarên dewletê soza xwe pêk neanîne. Welatiyên Wanê û Erdîşê yên xaniyên wan xera bûn û hêj xanî ji xwe re ava nekirine, 5 salin hêj di nava şert û mercên dijwar de dijîn. Pêşniyara bila Erdîş bibe herêma Afedê ku pêşkêşî meclîsê hat kirin, ji aliyê Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan ve hat redkirin. Alîkariyên ku ji bo gelê Wanê hatin şandin jî Şaredarê AKP'î Zulfikar Arapoglu û wekîlê AKP'ê yê Wanê Fatih Çiftçî ji bo hilbijartinê di depoşan de veşartin.

Endamê Meclîsa Şaredariya Erdîşê Guven Çalîk , anî ziman ku piştî erdhejê her dem esnafên navçeyê bi hinceta "weguhestina bajar" hatin mexdûrkirin û çav berdan ser zevî û warênk welatiyan. Çalîk, da zanîn ku piştî gel ev daxwaz û planên AKP'ê qebûl nekir, projeyên li ser navçeyê hatin rawestandin û gel hat mexdûrkirin. Çalik, bilêv kir ku gelê Erdîşê hat mexdûrkirin û mal û milkê welatiyan ên hatin xerakirin bi erzanî pêşkêşî TOKÎ hat kirin. Çalik, bilêv kir ku di ser erdheja Wan û Erdîşê re 5 sal derbas bûn, lê hêj dewletê sozên xwe pêk neanîne.

Bi sedan esnafan dikanên xwe girtin

Serokê komeleya Xwaringeh û Terziyan a Erdîşê Cabir Gormuş jî anî ziman ku piştî erdhejê bi sedan esnafên navçeyê dikanên xwe girtin û neçar man ku dest bi karên din bikin. Gormuş, bilêv kir ku hikûmetê gelek soz dan wan û heta niha tu soz pêk neanîne.

Alîgirê Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Ercişê Alî Sinoglu jî anî ziman ku 5 sal di ser erdhejê re derbas bûn, lê tu gav nehatin avêtin û hêj şopa erdhejê heye. Sinoglu, da zanîn ku piştî DBP'ê şaredarî bi dest xist, hikûmetê hemû razemeniyên li ser navçeyê rawestand û gelê Erdîşê mexdûr kir.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN