DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Tirkiye di rewşek talûke de ye'

 
21 Cotmeh
10:39 2016

AMED (DÎHA) - Parlamentera Parlamentoya Ewropa û Îngîltereyê Julie Ward a ku dema hat Tirkiyeyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin diyar kir ku Tirkiye di rewşek talûke de ye.

Heyeta ku ji bo hinek hevdîtinan ji Parlamentoya Ewropayê û endamên Tevgera Alîgir ên Dijî Nijatperestiyê ya Ewropayê (EGAM) hatibûn Amedê dema ketin Tirkiyeyê rewşa OHAL'ê ji nêz ve dîtin. Endamên Parlamentoya Bosna Hersek û Parlamentoya Ewropayê Dennis Gratz çavdêriyên xwe yên li Tirkiyeyê vegotin. Gratz, da zanîn ku ji bo ew rewşa piştî darbeyê ya li herêm û welat ji nêzve lêkolîn bikin û rastiyan hîn bibin hatine Tirkiyeyê û wiha got: "Di aliyê mafê mirovan de ev ziyaret ji bo me gelek girînge. Encamên şer û şîteda salên 1990'î yên li Bosna Hersekê gelek giran bûn. Ji ber vê lêkolînên min ên derbarê binpêkirinên mafê mirovan didomin. Armanca min ewe ku destûr nedim van binpêkirinan û ger tên kirin jî dana diyarkirine. Wekî gelê Bosna Hersekê em dostên Tirkiyeyê yên başin û em dixwazin bibin dostên baş ên Kurdan jî."

Gratz, anî ziman ku armanca vê heyetê ewe ku tiştên tên jiyîn derxistina pêşe û wiha pêde çû: "Em ji bo binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê tên jiyîn derxînin holê hatine herêmê. Me ne dizanî li Cizîrê mirov bi saxî hatine şewitandin. Her wiha agahiya me ji êrîşên li ser gelê ku rêveberiyên xwe îlan kirine tune bû. Ji bo me ev cihê şermê ye. Gelê Bosna yê xwedî agahiyên kêmin. Lê em ê wekî nifşê nû vê bişikînin. Divê em tiştên me jiyankirine bibîr bînin û destûr nedin carekdin were jiyîn. Niha pêvajoyek zehmet tê jiyin ji bo ev karesat û binpêkirinên mafan carekdin neyên jiyîn em ê bi hevre xebatan bidin meşandin."

Endama Parlamntoya Ewropa û Îngîltereyê Julie Ward a ku li Stenbol û Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin diyar kir ku ew li hemberî tiştên ku jiyane şaşwaz maye û wiha domand: "Min vîze girt û ez hatim welat. Ez li hemberî polîsê ku ji min re got; 'Tu çima li virî û ji bo çi hatiyî' şaşwaz bûm. Ev jî rewşa derûnî ya Tirkiyeyê dide diyarkirin. Hemû kes ji min re dibêjin 'tu çima hatî vir' li vir azadiya gerê tune ye. Dema li Amedê ez çûn otelê 3 polîsên sivîl li benda min bûn. Min xwe nebaş hîs kir hemû azadî û mafên min ji destê min girtibûn. Telefona min û bîlgîseyara min girtin û lêkolîn kirin. kestin navnîşana min a înternetê. Mafên min hatin binpêkirin."

Ward, bi lêv kir ku dewleta tirk di rewşek bitalûke de ye û wiha got: "Tirkiye hewl dide xwe di qada navneteweyî de wekî dewletek demokrat û modern nîşan bide. Lê di nava tevgerên cuda de ye. Ji bo demokratîkbûna xwe bide nîşandan divê rêzê nîşanî partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bide. Lê dijberî vê dike. Tengkirina qadên civakî û ragihandinê, binçavkirina xwendekar, akademîsyen, rojnameger û mirovan nîşan dide ku Tirkiye di aliyê şaşde diçe. Dewlet darbeyê dike hincet û zextan dide meşandin. Dewlet ji bo hemû aliyên muxalif bê bandor bike hemû tiştî dike. Ewropa li hemberî bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin bêdenge. Li Ewropayê hinek derdor bêdengin lê hinek derdor jî bêdeng nînin û ez jî di nava kesên ku dengê xwe derdixînin de me. Li gorî min azadî gelek girîng e û ez ji bo vê têdikoşim. Ji bo dengê mirovan bidim bihîstin ez xebatan didim meşandin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN