DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qadên cemaweriyê tên pêşkêş kirin

 
21 Cotmeh
09:56 2016

AMED (DÎHA) - AKP a ku navenda dîrok û jiyanê Sûra Amedê xera dike, niha jî li navendê qadên cemaweriyê û daristanan ji rantê re vekir û dest bi çêkirina AVM û rezîdansê kiriye.

Li navçeya Yenîşehîra Amedê piştî cihê Midûryeta rêbejahiyê hat pêşkêşkirin, niha jî stada bajar ji aliyê Wezareta Werzîş û Ciwanan ve ji bo AKP'î rantê bi dest bixin tê vekirin. Stadyuma ku firotine 3 fîrmayan dest bi hilweşîna wan hatiye kirin. Piştî hilweşîna wê bi dawî bû, dê li ser 52 domin qadê AVM û rezîdans bê çêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji ber ku ev plan dê zerarê bide derdor û cihên Parka Anitê, Stadyum û DSÎ korîdorên hewayê yên navenda banar in û ji bo bajar cihê wan girînge destûr neda projeyê. Şaredariyê, ji ber li Yenîşehîrê trafîk zêde ye û ji ber binesaziya navçeyê nikare qerebalixa AVM û rezîdansê rabike proje red kir. Şaredariyê li hemberî projeya TOKÎ'ê yê ku dê jiyanê rawestîne jî pêvajoya hiqûqê da destpêkirin.

Dîsa Rêbejihiya 9'emîn a Midûryeta Herêmê li Yenîşehîrê ji aliyê Wezareta Maliyeyê ve ji bo mizgeftek mezin û cihên ticaretê bên çêkirin ji Wezareta Karên Diyanetê re hat dayîn. Bi daxwaza Wezareta Karên Diyanetê, qada 28 hezar û 500 metrekare ji aliyê Wezareta Derdor û Bajar ve bi awayekî bê hiqûqî hat avzêkirin û bi plana tadîlatê ya nû re kirin cihê 'Qada Tesîdên Dînî.' Piştre Wezareta Karên Diyanetê ji bo li erazaiyê tesîsên dînî û tîcaretê veke bi TOKÎ'yê re li hev kir û 11 cihên dîrokî yên di dema komarê de mayîne hatin hilweşandin û sedan darên li ser rêya TOKÎ'yê ne hatin biîn. Li qada ku qetlîama çand û xwezayê pêk tê dê mizgeftek nû bê çêkirin û li binê wê jî cihên tîcaretê bên vekirin.

Rêxistinên civaka sivîl ên bajar bi daxuyaniya ku dayîn diyar kirin ku ev pêkanîn tu sûdê nade gel û bajar û bertekên xwe anîbûn ziman. Odeya Mîmaran a Amedê ji bo proje bê sekinandin serî li dadgehê dda. Beriya ku pêvajoya hiqûqî ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Odeya Mîmaran bi encam bibe TOKÎ dest bi çêkirina projeya xwe kir û dewrî şîrketên AKP'ê kir.

Derbarê mijarê de Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin, da zanîn ku ji bo îktîdara AKP'ê li derdora xwe qadên rantê ava bike, ligel hemû îtirazên wan hemû biryaran di wezaretan re derbas dike û wiha got: "Divê gel bikaribin cihên cemaweriyê bikar bînin lê AKP ji bo ji komên li derdora xwe re qadên rantê veke qadên jiyanê yên bajar ji holê radike. Ligel ku gelê Sûrê li hember radibe jî AKP hilweşandina Sûrê didomîne. AKP bêyî ku nêrîna gel û tiştekê berçavan bigire tişta dixwaze dike. Cihên gel ên bêhnstadinê qûrbanî rantê dike û dide kesên ku pereyê wî hene."

Aydin, anî ziman ku ji ber şerê li Kurdistanê bi israr tê meşandin rewşa gel a aboriyê têkçûye û wiha axivî: "Ji gelê feqîr re vekirina cihên xerckirinê bê wateye. Îktîdar ji bo feqîrtiya gelê Amedê ji holê rabe tu tiştekî nake, tişta dikin bi kesên zengîn pere didin qezenc kirine. Em bang dikin ku dest ji van projeyên ku tu feydeyê nadin gel û qadên wan ên bêhnstandinê ji holê radikin berdin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN