DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Jiyana girtiyên Balikesîrê di xeterê de ye!

 
21 Cotmeh
09:14 2016

AMED (DÎHA) - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Kepsûta Balikesîrê li dijî girtiyên ji doza PKK'ê girtî ne pêkanînên dij mirovane didomin û girtiyên PKK'î birine cem girtiyên edlî. Girtiyan bi rêya têlefonê li malbatên xwe agahdar kirin gotin ku di nava girtiyên edlî de kesên nijadperest û nebaş hene û ji ber vê yekê jiyana wan di xeterê de ye.

Her roja ku diçe li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê binpêkirina mafan û zextên li ser girtiyan zêde dibe. Bi îlankirina OHAL'ê re pêkanînên dij mirovane yên li ser girtiyan derdikevin asta herî jor. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa L ya Kepsûta Balikesîrê qawişek nû ji girtiyên siyasî yên ji doza PKK'ê girtî ne re vekiriye û ev qawiş ji ber ku li cem a girtiyên edlî yên ku di nava wan de nijadperest jî hene jiyana girtiyên siyasî dixe nava xetereyan. Girtiyên ku li vir tên girtin û bi rêya telefonê ji binpêkirina mafan û dij hiqûqiya girtîgehê ya li hember wan pêk tê ji malbatê xwe re ragihandin.

'Hejmara qawişên girtiyên siyasî derxistin 3'an'

Birayên hev Îbrahîm û Mehmet Atêş yên ku 23 û 25 sal e di girtîgehê de bi hinceta "endamên PKK'ê ne" tên girtin xwe gihandin malbata xwe ya li Amedê û rewşa girtîgehê ji wan re vegotin. Birayê herdû girtiyan Abdulgafûr Ateş (50) anî ziman ku birayên wî bi rêya telefonê xwe gihandiye wan û got ku hejmara qawişên girtiyên siyasî derxistine 3'an û ji ber ku qawişa nû nêzî qawişên girtiyên edlî ye jiyana wan di xetereyê de ye.

'Di nava diz, kujer, nijadperest û hwd tên girtin'

Ateş da zanîn ku di qowişeke de 18, di ya din de 19 û di ya nû de jî 5 kes tên girtin. Ateş destnîşan kir ku qowişa ku nû hatiye vekirin nêzî taxekê dûrî yên siyasî yên din e û wiha got: "Berê herdû birayên min li gel hev dihatin girtin. Piştî ku hejmara girtiyên li wir zêde bû, qowîşeke nû vekirin û di serî de her du birayên min, 5 girtiyên siyasî ji hev hatin dûrxistin. Niha kesên ku di koxûşa ku nû hatiye vekirin de dimînin her roj neçar derdikevin cihê bêhnsitandinê û li vir di nava girtiyên ku di nava wan de diz, araqwxar, kujer, nijadperest û hwd hene dimînin."

'Em di vir de ewlehiya xwe ya jiyanê nabînin'

Ateş anî ziman ku birayên wî bi rêya telefonê jê re aşkere kirine ku jiyana wan di xetereyê de ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di axaftinên xwe de ji me re gotin 'Ewlehiya me ji ber van kesan nîn e. Demekî dirêj e em bi rêveberiya girtîgehê re ketin diyalogê û me jî wan re anî zîman ku em dûrî hevalên xwe yên din in.' Li girtigehên din girtiyên siyasî li gel hev in. Girtîgehê bersivekê erênî nedane wan. Rewşa awarte dikin hincet û kiryarên xwe berdewam dikin. Ji min re gotin 'Em ewilehiya xwe ya jiyanê di vir de nabînin' û em daxwaz dikin ku rewşa girtiyan baş bikin."

'Bila mafên wan li wan vegerînin'

Ateş di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Birayên min beriya 5 salan ji Girtîgeha Semsûrê birin Balikesîrê. Dê û bavê me nexweş in û em nikarin wan bibînin. Ew jî hev û din encax di hefteyê rojekê dibînin. Di hundirê girtîgehê de girtîgehê dijîn. Niha gelek mafên wan ji wan hatine girtin. Dest danîne ser mafên wan yên atolye û cihê ku jiyana hevbeş lê tê kirin. Rojname li wan hatiye qedexekirin. Heftê carekê tê belavkirin û ji wê jî hin hejmar kêm didin wan. Em dixwazin şert û mercên girtîgehan li gorî zagonên xwe bikin. Li her girtîgehê çi maf ji girtiyan re heye bila ji wan re jî hebe. Bila pêkanînên dij mirovane li girtiyan neyên kirin."

(bo-ua/bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN