Piştî OHAL'ê ji sedî 100 binpêkirina mafan zêde bû
AMED (DÎHA) – Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî dest nîşan kir ku, bi pêvajoya OHAL’ê re li Kurdistanê binpêkirina mafan ji sedî 100 zêde bûye û Alîgirê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş ê ku dema OHAL hat îlankirin gotibû “Dê bandorê li jiyana rojane neke” vexwend Amedê, da rastiyan bibîne.
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Racî Bîlîcî, piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê OHAL’a ku hat îlankirin û li Kurdistanê binpêkirinên mafan bi xwe re da der nirxand. Bîlîcî anî ziman ku, di serdemên ku şer û pevçûn dijwar dibin bi awayekî cidî binpêkirinên mafan jî zêde dibin û dest nîşan kir ku, di serî de êrîşên li dijî azadiya ramanê, pêkûtiyên arasteyî çapemeniyê, binçavkirin û girtin bi awayekî cidî zêde bûne.
Bîlîcî anî ziman ku, li Kurdistanê ji dêvla maf û azadiyan hêzeke dijwar tê bikaranîn û dest nîşan kir ku, maf û azadî bi her awayî hatine binpêkirin. Bîlîcî diyar kir ku, bi îlankirina OHAL’ê re ev 3 mehên dawî li Kurdistanê hema bêje sepandinên “qedexeya derketina derve” ketine dewrê û wiha got: “Niha em bi rewşeke, ku kes nikare xwe îfade bike û derkeve kuçeyan re rû bi rû ne. Em dikarin diyar bikin ku, em ber bi noqteyeke kbi şik û guman ve diçin. Tehamûlî tu kesî nehat kirin. Ji bo tu îradeyeke siyasî rêz nehat nîşandan. Em dibînin feraseteke tekbûyî, ya ku îradeya gel nahesibîne, rêxstinên civakiyî nabîne, hemû cudatiyan red dike serdest e.”
'Li herêmê hêzeke tund tê bikaranîn’
Bîlîcî diyar kir ku, dema ew 6 mehên ewil ên 2016’an û 3 mehên wê yî dawî yên dema îlankirina OHAL’ê didin ber hev cudatiyeke ji sedî 100 xwe dide der û wiha axivî: “Binêrin, li girtîgehan bi awayekî cidî binpêkirinên mafan xwe didin der. Bi awayekî cidî binpêkirinên îşkenceyî hene, lê em nikarin lêkolîn bikin. Ji girtîgehê mirov xwe digihînin me. Em nikarin biçin lêkolînan bikin. Çi parlementer, çi pparêzvanên mafên mirovan destûra wan nayê dayîn ku biçin. Îşkence, mûameleyên kirêt li her derî hene, lê belê li herêmê hêzeke tund tê bikaranîn.”
'Gelê ku Nûman Kûrtûlmûş dibêje, kî ye?’ '
Bîlîcî balê kişand ser gortinên Alîgirê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş ê ku dema OHAL îlan kir û gotibû “Dê bandorê li jiyana rojane neke” û wiha Kûrtûlmûş vexwand Amedê: “Rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, şaredariyan ji gel nahesibîne. Tenê qaymeqamtî, walîtî û muduriyetên polîsan ji gel dihesibîne. Çimkî evana dikarin derkevin kuçeyan. Ez nikarim derkevim kuçeyê û daxwaza xwe yî siyasî bînim ziman. Ez nikarim têkevim lêgerîna mafan. Kedkarên çapemeniyê nikarin karên xwe bikin, tên girtin. Partiyên siyasî nikarin faaliyetên xwe pêk bînin. Şaredarî hatine desteserkirin. Tu şaredarî nikare xebatên xwe rêveberiya herêmî bike. Ev hemû ne bandor in? Nexwe wê çaxê ev ne gel in. Ew gelê ku ew dibêje, kî? Ez Birêz Nûmn Kûrtûlmûş hewaleyî wê nasnameya wî ya zanistiyî dikim.”
(red)