DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Li gel DAIŞ’ê tevgerîneke bi hevkariyî heye’

 
21 Cotmeh
09:10 2016

DÎLOK (DÎHA) - Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku, serdegirtina malên hucreyî yên DAIŞ’ê yên ku di demên dawî de pêk tên bi awayekî lihevkirî pêk tên û wiha got: "Muduriyeta Polîsan a Dîlokê vegotina “DAIŞ, dê êrîşî hin deverên bajêr bike” belav dike û bi vî awayî dixwaze panîkê çêkin."

Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl balê kişand ser malên hucreyî yên DAIŞ’ê yên li Dîlokê û ragihand ku, di demên dawî de serdegirtinên malên hucreyî yên DAIŞ’ê têkiliya di navbera çeteyan û AKP’ê nade der.

'Di bin navê tevdîrgirtinê muxlif tên tepisandin’

Togrûl anî ziman ku, her çiqas DAIŞ ji aliyê her kesî ve tê zanîn jî tevdîr nayên girtin û diyar kir ku, Muduriyeta Polîsan a Dîlokê di bin navê tevdîrgirtina arasteyî DAIŞ’ê de qada jiyanî ya gel teng dike. Togrûl dest nîşan kir ku, ji dêvla vê divê polîtîkayên ku qadên çeteyan teng bike bên şopandin û wiha got: “Ya ku niha muduriyeta polîsan dike ev e. Ji tevdîrgirtinê bêtir, niha nahêlin derdorên muxalif dakevin kuçeyan û dengê xwe bilind bikin. Li gel vê dixwazin li cem gel panîkekê bidin der.”

Muduriyeta Polîsan a Dîlokê der barê DAIŞ’ê de xwediyê daneyên cidî ye’

Togrûl dest nîşan kir ku, polîtîkaya ku niha li bajêr tê meşandin perçeyeke êrîşên arsteyî kurda ye û anî ziman ku, rewşek wisa dane der ku dixwazin kurd, elewî, muxalif û şoreşger nikaribin derkevin derve. Togrûl ragihand ku, Muduriyeta Polîsan a Dîlokê der abrê DAIŞ’ê de xwediyê daneyên cidî ye û got, lê belê arasteyî vana tu tevdîr nehatine girtin.

'Bi DAIŞ’ê re bi awayekî lihevkirî tevdigerin’

Togrûl bi bîr xist ku, Tirkiye li gel DAIŞ’ê di çarçoveya peymanekê de Cerablûs dagir kiriye û anî ziman ku, hin soz hatine dayîn. Togrûl wiha axivî: “DAIŞ’a ku cilûbergên wê hatin guhertin, dê di bin navê OSO’yê de têketa Minbicê. Dê DAIŞ jî xeta Bab

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN