DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bozan Xelîl: Ev dîwar bi xwe teror e

 
21 Cotmeh
09:09 2016

RIHA (DÎHA) – Lêkirina dîwarê dewleta tirk ê di navbera Kobanî û Pirsûsê de berdewam dike. Serokê Desteya Hindirîn a Kantona Kobaniyê Bozan Xelîl diyar kir ku ev dîwar bi hinceta "terorê" hatiye danîn, lê dîwar bi xwe teror e û wiha got: "Wek hemû dîwarên sinoran dê gel vî dîwarî jî hilweşîne."

Dewleta Tirk "Ji bo parastina Tirkiyeyê" di navbera Rojavayê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê de diwar lê dike. Dîwarê ku bi bilindahiya xwe bi qasî 5 metreyan e, tê texmînkirin dê bi dirêjahiya xwe 900 km be. Heta niha 200 km hatiye lêkirin û tê texmînkirin dê 700 km’yê din jî bê lêkirin. Hîmê dîwar ji aliyê walîyên bajarên li ser sinor û Wezareta Parastina Giştî ve hat avêtin û herî dawî jî dewrî TOKÎ'yê hat kirin.

Dîwar destpêkê di 27'ê kanûna 2014'an di navbera Serekaniya Rojava û Serekaniya Rihayê de hat lêkirin. Bi dorê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de hat lêkirin. Beriya çend mehan jî li Efrînê û herî dawî di 27'ê tebaxa 2016'an de jî, di navbera Pirsûs û Kobaniyê de hat lêkirin û hîn jî berdewam dike. Dewletê rêya hesinî ya navnetewî ku di navbera Pirsûs û Kobaniyê de derbas dibû jî derbaz kir û bi qasî 3 km’yan ket axa Kobaniyê. Gelê Kobaniyê ji bo dagirkirina dewletê rawestînin rabûn ser piyan. Hêzên dewletê jî wek her carê bi bombeyên gazê erîşî gelê Kobaniyê kir, di encamê de 2 kesî jiyana xwe ji dest da bûn û 20 kes jî birîndar bûbûn. Lê hêzên dewletê li ber berxwedane xwe negirtin û 3 km paş ve çûn. Lê rêya hesinî ya navnetewî dagir kirin.

'Dem dema rakirina sinora ye'

Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Kobaniyê Bozan Xelîl diyar kir ku, ev dîwar li dijî biratiya gelan û cîrantiyê ye û wiha got: "Gelê Kobanî û Pirsûsê xizmen hev in, dem ne dema danîna sinoran, dem dema rakirina sinora ye." Xelîl da zanîn ku ev dîwar bi hinceta "terorê" hatiye danîn, lê dîwar bi xwe teror e. Xelîl daxuyand ku wek hemû dîwarên sinoran dê gel vî dîwarî jî ji holê rake.

(bî-mhy/red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN