Deng û awazeke çiyayî: Argeş Norşîn
ÎZMÎR(DÎHA) - Gerîllayê hunermend Şefîk Yaktin ê ku 12 sal berê jiyana xwe ji dest da, girêdana xwe ya bi huner û têkoşînê re wiha pênase kiribû “Divê mirov hem girêdayî tembûra xwe, hem jî sozê xwe be.”
Hunermendê şoreşger Şefîk Yaktin (Argeş Norşîn) ê ku bi bengîtiya tembûra xwe û têkoşîna xwe yî azadiyê ya li çiyayên Kurdistanê her mêvanê dilê gelê kurd e, di ser koçbûyîna wî re 12 sal derbas bûn. Yaktin ê di 2004’an de li li Çiyayê Cûdiyê de di pevçûneke di navbera gerîlla û hêzên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da, girêdana xwe yî ji bo huner û têkoşînê bi van gotinan pênase kiribû “Divê mirov hem girêdayî tembûra xwe hem jî sozê xwe be.”
Şefîk Yaktin di 1975’an de li Norşîna Bedlîsê tê dinyayê. Di 1991’ê de dema malbata wî hemû ê girtin, hîn 14 salî ye derdê debarê lê bar dibe û ji bo xebatê berê xwe dide metrepolên Tirkiyeyê. Aktin di 15 saliya xwe de li Taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliya Îzmîrê li cem xaltîka xwe Nîsbet Uzrek dijî û li vir ji bo piştevaniya malbata xwe bike, li înşaatan dixebite.
Yaktin ê ku hîn di zarokiya xwe de meyla wî li ser baxleme û tembûrê ye, xaltîka wî li gel wan derfetên xwe yî kêm jî baxlemeyê jê re dikirie û Yaktin dest bi muzîkê dike. Yaktin bi biroj li înşaatan dixebite û bi şev jî li tembûrê dixe û gotinên stranan dinivîsîne.
Hunera xwe bi têkoşîna xwe re kir yekpare
Yaktin di sala 1993’yan de li îzmîrê Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) tê avakirin û Yaktin yek ji damezrînerê vê navendê ye. Tam salekê hem dixebite, hem jî di qada çandî de xebatên xwe dimeşîne. Yaktin di sala 1994’an de têkiliya xwe ji malbatê qut dike û tenê bi muzîkê re eleqedar dibe û di avakirina Koma Agirê Zerdeşt de cih digire. Yaktinê ku huner û têkoşîna xwe bi awayekî yekpare dide der, dibe hedefa hêzên dewletê. Ji ber vê ji Îzmîrê berê xwe dide Moskovayê û hetanî demekê li vir hunera xwe îcra dike.
Tevkariyeke zêde berpêşî hunera şoreşgerî dike
Di sala 2000’î de dibêje “Divê mirov hem girêdayî tembûra xwe, hem jî sozê xwe be” û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Yaktin piştî tevlî refên gerîlla dibe, navê Argeş Norşîn li xwe dike û di nav refên PKK’ê de ku wî wek “Malbata min î mezin” bi nav dikir, bi huner û têkoşîna xwe harmoniyek da der. Li gel tevgariyeke zêde berpêşî hunerê kir, bi wî dengê xwe yî bêhempa û wê hunera xwe yî ku ji gelê kurd re mîrate hişt, her bi rêz û hurmetî tê yadkirin.
‘Tembûra wî di hişê wî de evîn bû’
Xaltîka wî Nîsbet Uzrek behsa wî dike û dibêje, yekî xêrxwaz, xwîngerm bû. Uzrek tîne ziman ku, di zarokatiya xwe de wisa bû û hema ji nişkave mirovan dida kenandin û dest nîşan dike ku, her ku emzin dibû ev taybetmendiyên wî berbiçavtir dibûn. Uzrek girêdana Yaktin a bi muzîkê re bi van gotinan tîne ziman “Tembûra wî di hişê wî de evîn bû” û wiha dibêje: “Dema êvarî ji kar dihat, li taxê li tembûrê dixist, distirî. Hemû niştecihên taxê dadiketin kuçeyê û guhdariya wî dikirin. Min di jiyana xwe de kesekî wek wî, bi tembûra xwe girêdayî nedît.”
‘Mirineke bi rûmet, ji jiyîneke sedsalî çêtir e’
Uzrek dibêje, bi awayekî zêde girêdaneke wî ya ji bo têkoşînê hebû û tîne ziman ku, girêdayî sozê xwe û yekî pêbawer bû. Uzrek dide zanîn ku, dema Yaktin gotiye ez ê tevlî nav refên gerîlla bibim, wê jê re gotiye ‘tu hunermend î’ û bi vî awayî li dij vê biryra wî derketiye. Uzrek wiha behsa wê kêliyê dike: “Wê demê ji min re got, ‘Divê mirov hem girêdayî tembûra xwe, hem jî yê soza xwe be. Mirineke bi rûmet ji jiyaneke sed salî çêtir e, mirov nemir dibe.’ Ez van gotinên wî qet ji bîr nakim.”
Uzrek tîne ziman ku, Yaktin çi tiştê ku zanibû pîroz in berê wxe dida wan û dibêje, xeyala wê yî herî mezin jî ew bû ku dema lis er dikê stranan bistrî wî bidîtana.
(red)