DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Taktîka nû ya derbasbûyîna çeteyan

 
21 Cotmeh
09:07 2016

HATAY (DÎHA) – Bi vegotinên Basl Al Ahmad yê ku dê di sînorê Hatayê re derbasî Îdlibê bibe û tevlî El Nûsra û rêxistinên girêdayî wê bibe, di sînorê Tirkiyeyê re metoda derbasbûyîna çeteyan derket holê.

Basl Al Ahmadê reqayî yê li Edeneyê li otobêsê li kêleka nûçegîhanê me siwar bû ber bi Hatayê ve diçû, dema fêm kir nûçegîhanê me bi erebî nizane, di telefona xwe de bi bernameya wergerê bi nûçegîhanê me re sohbet kir û di vê sohbetê de derbasbûyîna çeteyan ya di sînor re deşîfre kir.

Ahmed ê ku diyar kir ew ê di ser Reyhanliyê re derbasî Îdlibê bibe û da zanîn ku, ji bo ew dîwarê li sînor hatine lêkirin derbas bike her tişt hatiye plankirin. Ahmad wiha behsa ku ew ê çawa sînor derbas bike kir: “Pêşî ez ê li Antakyayê Ebû Cafer bibînim. Ew ê min bibe Reyhanliyê. Dê li wir dîsa ber bi Antakyayê ve min li otobêsê siwar bike. Di têketina Reyhanliyê de leşker venêrînê dikin û yên ku nasnameya wan tune be, wan dersînor dikin. Dema ez jî dibêjim qerta min î danasînê tune ye, min dişînin wî aliyê sînor. Ji xwe li wî aliyê sînor ên ku min pêşwazî bikin hene. Ew ê min hilgirin û bibin cihê ku ezê biçimê.” Ahmad ê ku anî ziman ew ê ji bo Dewleta Îslamî şer bike got, dema ew bixwaze vegere, wê demê ew dikare di sînor re derbas bibe. Diyar dike ku, heman sepandinê gelek endamên rêxistinên ên dixwazin ji Tirkiyeyê tevlî komên selefî bibin bi kar tînin û bi taybetî jî yên ji welatên Ewropayê tên.

Ji Edeneyê beşdarbûyîn zêde ye

Ahmad diyar dike ku ew li Tirkiyeyê rihet in û anî ziman ku, ew 2 sal e li navçeya Yuregîra Edeneyê li herêma Kîremîthaneyê dijî û ew li herêmî rastî tu pirsgirêkan nayên. Ahmad diyar kir ku, gelek kesên weke wî li Edeneyê dijîn û ragihand ku, di vê sala dawî de gelek kes vegeriyane nav komên selefî. Ahmad ê ku dîmenên pevçûnên di navbera hêzênn rejîma Sûriyeyê û komên selefî de temaşe dike, her ku hêzên rejîmê windahiyan dide, diyar dike ku ew ê jî êrîşên bi vî awayî pêk bîne.

(red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN