DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Saleke îddianame tune, lê îşkence heye!

 
21 Cotmeh
09:06 2016

MANÎSA (DÎHA) –Doza ku hevserokên HDP’a Sarûhanliyê Ayşe Karagoz û Suleyman Kaban jî di nav de 6 jê girtî bi giştî 8 kes tên darizandin, salek derbas bû, lê hêj îdianameya wan nehatiye amadekirin.

Li navçeya Sarûhanli ya Manîsayê, di 19’ê cotmeha 2015’an de di serdegirtina malan de 8 HDP’yî hatibûn binçavkirin. Ji 8 kesên hatibûn binçavkirin, hevserokên HDP’a Sarûhanliyê Ayşe Karagoz û Suleyman Kaban jî di nav de, 6 kes bi tawanbariyên “Endamê rêxistinê”, “Propagandaya rêxistinê”, “Pesnandina sûc û sûcdar” û “Muxalefetiya Wanûna 2911’an” hatibûn girtin. Di ser doza ku 8 kes tên darizandin de salek derbas bûye, lê hîn jî dozgerî îddianame amade nekiriye. Parêzer û malbatan li dijî neamadekirina îddianameyê bertek nîşan dan û her wiha hat zanîn ku 6 kesên li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê tên ragirtin jî, rastî îşkenceyê tên.

‘Li holê tu delîl tune ne’

Zahîde Kaban, hevjîna Hevserokê HDP’a Sarûhanliyê Suleyman Kaban, anî ziman ku ji ber ev saleke di dosyeyê de tu pêşketin xwe nadin der ew tên emxdûrkirin. Kaban wiha axivî: “Wek delîl, wêneyên birayê hevjînê min yê li nav refên PKK’ê jiyana xwe ji dest dabû birin. Ev jî ji bo girtina wî, ne hincet e. 4 zarokên min xwendekar bûn. Ji ber bavê wan hat girtin, du zarokên min dev ji xwendina xwe berdan. Divê demildest dawî li vê derhuqûqiyê bê.”

‘Îddianame tune, lê îşkence heye’

Fatma Aydemîr, dayika Hebat û Mehmet Aydemîr ên ji heman dozê girtîne, dest nîşan kir ku ev salek dewlet îşkencê li zarokên wan dike. Aydemîr anî ziman ku, ji bo kurê wê Hebat ê ku li gel hevalekî xwe ji bo gerê çûbû Mêrdîn û Amedê, ji bo kurê wê Mehmet jî wek hincet, çûyîna wî ya Enqerê ya ji bo mîtînga aşitiyê û beşdarbûyîna cenazeyên kesên di mîtîngê de jiyana xwe ji dest dane, hatiye nîşandan û ji ber vê hatine girtin.

‘Li dijî mafê darizamdineke adîl e’

Parêzer Seda Tanrikûlû da zanîn ku, dosye salek berê hatiye vekirin û dest nîşan kir ku, tevgerîneke li dijî mafê darizandina adîl heye. Tanrikûlû diyar kir ku, ji ber der barê dosyeyê de biryara nepeniyê hatiye dayîn, ew xwe nagihînin agahiyan û anî ziman ku, dozger wek hincet zêdebûna hejmara kesên girtî nîşan dide û diyar dike ku ji ber vê îddianame nehatiye amadekirin. Tanrikûlû dest nîşan kir ku, ew di dema îfadedayîna li dozgeriyê li wir bûye û wiha got: “Dozgerî bêyî ku tawanbariyeke berbiçav hebe, wan girt. Dê ev mirov di rûniştina ewilîn de bên tahliyekirin. Ji ber ev tê zanîn, îddianame nayê amadekirin. Mînak, ji mûwekîlan yek jê belavkarê rojnameyê ye. Rojnameyên bi rêya kargoyê ji wî re hatine, wek materyaleke rêxistinî esas girtine.”

(red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN