Akademiya Jinan a Marksîst vedibe
NECLA DEMİR
STENBOL (DÎHA) – Bi mebesta nîqaşkirina tundî, kedxwariya li ser jinê, xuyangiya dîroka jinê ya ku nayê dîtin û gelek mijarên din Akademiya Jinan a Marksîst vedibe.
Di navbera 19-20’ê kanûna 2015’an de jinên kedkar “Konferansa Jinan a Navnetewî ya Em Serî Li Hemberî Cîhanê Radikin” li dar xistibûn û di encama nîqaşên vê konferansê de biryara avakirina Akademiya Jinan a Marksîst hatibû dayîn. Akademiya Jinan a Marksîst dê roja yekşemê li Komeleya Çand û Hunerê ya Ay Işigiyê ya Şîşliyê bê vekirin. Mebesta akademiyê ew e ku, hem di warê akademîk, hem jî di warê zanistiyî û teorîk de jin bi pêş bikeve. Dê yekemîn dersa akademiyê “Jin Ekonomî Polîtîka Marksî Nîqaş Dikin” be û dê ev dersa di 3’ê mijdarê de ji aliyê Aborînas Dr. Gaye Yilmaz ve bê dayîn.
Dê li akademiyê her pêncşem û şemiyê ders bên dayîn û her wiha dê xebatên wê bi qasî 2 mehan bidomin. Li vê akademiyê dê li gel Antropolog Sîbel Ozbûdûn, parêzvana mafên mirovan Parêzer Eren Keskîn û gelek akademîsyenên jin ên ji peywirê hatine îxrackirin li kursiyê cihê xwe bigirin û dersan bidin. Akademî ji xwendekar, kedkar, sîyasetmedarên jin û hemû jinan re vekiriye. Her wiha dê di nav çalakiyên akademiyê de xebatên atolyeyî, komên xwendinê, koroya jinan û dersên erbaneyê jî hebin.
Nûrten Karahan a ku di avakirina akdemiyê de cih digire, ji bo çi pêdivî bi Akademiya Jinan a Marksîst heye vegot.
'Dê jin di warê teorîk de jî bi pêş bikevin’
Karahan diyar kir ku, dê li akademiyê mijarên wek şidet, kedxwariya araasteyî jinê, dîroka jinê ya ku nayê dîtin û gelek mijarên bi vî rengî dê bên nîqaşkirin. Karahan bi bîr xist ku, akademiyên di bin banê şaredariyan de xebatên xwe dimeşînin bi piranî arasteyî qursên nexşan, “mirov çawa dibe dayik?” û bi perwerdehiya malbatî jinê hepsî malê dikin. Karahan anî ziman ku, jinê ew feraseta klasîk rûxandiye û dest nîşan kir ku, mebesta wan ew e ku bi akademiyê re di warê teorîk de jî hişmendiyekê çêbikin.
Karahan anî ziman ku, nêrîna wan a li têkoşîna jinê “Bêyî rizgarbûyîna çînî û civakiyî, dê jin rizgar nebe” ye û wiha axivî: “Pêvajo zaf tund e. Pêvajo mudaxileyî jiyana jina, zaroka, gelan dike, êrîşî dike, qetil dike. Di pêvajoyeke wisa de, em di wê baweriyê de ne ku, divê çîna me bîrbir be. Ji ber vê, peyama ku em dixwazin bidin jinê ev e. Em ê wan di vî warî de bi pêş bixin û bibêjin em kedkar, gelê hejar, kurd, elewî tên binpêkirin. Bi teoriyên ku ji bo me hatin afirandin û ji ber diviya me bi bîrbiriyê mudaxileyî vê qadê bikirana, me navê akademiya Jinan a Marksîst lê kir.”
'Em ê hîn kûrtir li pirsgirêka jinê binihêrin’
Karahan anî ziman ku, divê bi akademiyê re ew kûrtir li pirsgirêka jinê binihêrin û sedemên encamên wê lêkolîn bikin. Karahan wiha domand: “Tenê ne polîtîkayên AKP’ê, dema em li hemû welatên cîhanê dinihêrin, bi rastî jî li dijî jinê qirkirineke zêde heye. Ji bo tiştên aîdî wê ne bên windakirin, êrîşeke dijwar heye. Em vê li welatê xwe û welatên ku wek yê me paşdemayî dibînin. Ev poltîkayeke dewletê ye. Çimkî tu jinê bitepisînî, ji jiyanê qut bikî, dê tiştekî ku jin ragihîne nemîne. Ji xwe tişta ew dixwazin ew e ku, jin di malê de be. Ji ber vê yekê, em ê bîrbiriya jinê zêde bikin û bibêjin ‘çi dibe bila bibe, kîjan îktîdar, kîjan feraset tê bila bê; heke we tune bike, we hepsî malê bike, we ji jiyanê qut bike, li derveyî hilberînê bihêle, mafên we xesp bike li hemberî wê serî rakin.’”
Karahan got, jin bi prisgirêkên xwevegotiniyê, neîfadekirina tiştê ku dizane re rû bi rû dimîne û dest nîşan kir ku, ew ê di bin banê akademiyê de xebatên dramayî yên afirîner bikin û pirsgirêka heyî ji holê rabikin.
Dê akademîsyenên ji peywirê hatine dûrxistin jî li kursiyên akademiyê dersê bidin
Karahan bang li akademîsyenên ku ji zanîngehan hatin dûrxistin kir û wiha got: “Werin ev kursî yên we ne, em amade ne guhdariya bikin.” Her wiha Karahan dest nîşan kir ku, akademî di heman demê de ji bo akademîsyenan û pergala perwerdehiyê ya ku tê rexnekirin alternatîfeke û ji bo beşdarbûyîna akademiyê bang li hemû jinan kir.
Piştî akademî bê vekirin, bernameya wê yî destpêkê wiha ye:
23’yê Cotmehê Roja Yekşemê, saet: 14.00- Çalakiya Vekirina Akaemiya Jinan a Marksîst
3’yê Mijdarê Roja Pêncşemê, saet: 19.00-21.00
Gaye Yilmaz - Jin Ekonomî Polîtîka Marksî Nîqaş Dikin
5’ê Mijdarê Roja Şemiyê, saet: 17.00-19.00
Sîbel Ozbûdûn – Jin û Nêrînek Li Koka Tehakkumiya Mêrî
10’ê Mijdarê Pêncşem, saet: 19.00 - 21.00
Xwendinên Marksîst
12’ê Mijdarê, saet: 17.00 - 19.00
Eren Keskîn – Jin û Şidet
(red)