DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dê tevî êrîşkarê xwe bi heman rîngê biçe dadgehê

 
21 Cotmeh
09:04 2016

STENBOL (DÎHA) - Girtiyê siyasî Mehmet Başçi ku rastî êrîşa girtiyê edlî Yavuz Yilmaz hatibû, dîsa dê tevî erîşkarê xwe bi heman maşina rîngê biçe rûniştina dozê. Rêveberiya girtîgehê agahî da Başçi ku dê bi heman rîngê biçe rûniştina dozê.

Li Girtîgeha Tîpa F-1 a Tekirdagê girtiyê siyasî Mehmet Başçi ku piyekî wî tune ye, rastî êrîşa Yavuz Yilmaz hatibû. Hat zanîn ku rayedarên girtîgehê dê dîsa Mehmet Başçi bi Yavuz Yilmaz re di heman rîngê de bişîne rûniştina doza ku di meha pêş de bê dîtin. Di 19'ê Tîrmehê de rûniştina Mehmet Başçi û Yavuz Yilmaz hatibû dîtin. Yavuz Yilmaz di çavdêriya leşkeran de di maşîna rîngê de li Girtiyê Siyasî Mehmet Başçi yê piyekî wî tune xistibû. Rûniştina Başçi û êrîşkarê wî Yavuz Yilmaz dê dîsa di heman rojê ya 22'ê Mijdarêde bê dîtin. Rayedarên girtîgehê agahî da Başçi û diyar kir ku dê bi Yilmaz re bi heman rîngê biçe rûniştinê.

Prz. Gulizar Tuncer, diyar kir ku Başçi her dem rastî tundî û zexta gritiyên edlî tê û wiha got: "Nameyên gefan avêtin odeya Başçi. Ji nivîsê hat teşhîskirin ku name aydî Yavuz Yılmaz e. Rêveberiya girtîgehê der barê Yavuz de lepirsîn vekir. Lê di 19'ê Tîrmehê de dema ji rûniştina dozê bi hevre di heman rîngê de vedigeriyan, girtiyê edlî Yavuz Yilmaz di çavdêriya leşkeran de li Mehmet Başçi xist. Pêhn li piyê wî yê protez xist. Wê demê Başçi li dîwar ket û ket xwar. Leşkeran temaşe kir û mudaxale nekir. Gardiyan û meşkeran Yilmaz li Başçi sor kir û xwestin êrîş bike. Hem mudaxale nekin û hem girtiyên edlî li girtiyên siyasî sor dikin. "

Dîmenê ledanê hene


Prz. Tuncer, destnîşan kir ku dîmenên ku Başçi rastî lêdanê hatiye di destê wan de heye û wiha got: "Li gel ku me têkildarî mijarê gilî kir jî heta niha tu lêpirsîn û doz nehatiye vekirin. Mehmet Başçi 5 salin di heman girtîgehê de ye. Niha piştî OHAL'ê dema tevî piyê xwe yê protez diçe revîr û nexweşxaneyê, rayedarên girtîgehê ji wî dixwazin ku piyê xweyê protez di di cîhana X.Ray de derxe. Prz. Tuncer, da zanîn ku di 22'ê Mijdarê de dê dîsa bi hevre wan di heman ringê de bişînin rûniştinê û we ji ber vê yekê bi fikar in. Başçi diyar dike ku bi Yilmaz re naçe rûniştinê û ewlehiya wî tiune ye. Ji ber ku Mehmet Başçi zorê dijî ku bi Yilmaz re li heman rîngê suyarê.

(mae)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN