ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Sermuzakerevana hikûmetê ya di navbera Gerîllayên Eniya Rizgariya Îslamîya Moro ya Fîlîpîniyan (MÎLF) û hikûmeta Fîlîpîniyê de hevdîtinên aştiyê kir Miriam Coronel Ferrer, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêşniyar kir ku berî her tiştî şerê dualî raweste.
* Girtiyê siyasî Mehmet Başçi ku rastî êrîşa girtiyê edlî Yavuz Yilmaz hatibû, dîsa dê tevî erîşkarê xwe bi heman maşina rîngê biçe rûniştina dozê. Rêveberiya girtîgehê agahî da Başçi ku dê bi heman rîngê biçe rûniştina dozê.
*Doza ku hevserokên HDP’a Sarûhanliyê Ayşe Karagoz û Suleyman Kaban jî di nav de 6 jê girtî bi giştî 8 kes tên darizandin, salek derbas bû, lê hêj îdianameya wan nehatiye amadekirin.
* Li sînorê Hatay-Sûriyeyê, piştî êrîşa li dijî Efrînê liv û tevgera leşkerî zêde bû. Tang û yekîne sewqî Qereqola Bukulmez û sînorê Sorkê hatin kirin.
Bi vegotinên Basl Al Ahmad yê ku dê di sînorê Hatayê re derbasî Îdlibê bibe û tevlî El Nûsra û rêxistinên girêdayî wê bibe, di sînorê Tirkiyeyê re metoda derbasbûyîna çeteyan derket holê.
* Gerîllayê hunermend Şefîk Yaktin ê ku 12 sal berê jiyana xwe ji dest da, girêdana xwe ya bi huner û têkoşînê re wiha pênase kiribû “Divê mirov hem girêdayî tembûra xwe, hem jî sozê xwe be.”
*Lêkirina dîwarê dewleta tirk ê di navbera Kobanî û Pirsûsê de berdewam dike. Serokê Desteya Hindirîn a Kantona Kobaniyê Bozan Xelîl diyar kir ku ev dîwar bi hinceta "terorê" hatiye danîn, lê dîwar bi xwe teror e û wiha got: "Wek hemû dîwarên sinoran dê gel vî dîwarî jî hilweşîne."
* Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku, serdegirtina malên hucreyî yên DAIŞ’ê yên ku di demên dawî de pêk tên bi awayekî lihevkirî pêk tên û wiha got: "Muduriyeta Polîsan a Dîlokê vegotina “DAIŞ, dê êrîşî hin deverên bajêr bike” belav dike û bi vî awayî dixwaze panîkê çêkin."
* Mamê Ercan Altûn (Cesûr Riha) ê HPG’yî ku jiyana xwe ji dest da Tevîk Altun diyar kir ku bi hezaran ciwan di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan û xwest dî kurd berpirsiyariya vê fam bikin.
* Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî dest nîşan kir ku, bi pêvajoya OHAL’ê re li Kurdistanê binpêkirina mafan ji sedî 100 zêde bûye û Alîgirê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş ê ku dema OHAL hat îlankirin gotibû “Dê bandorê li jiyana rojane neke” vexwend Amedê, da rastiyan bibîne.
* Ji heyeta PE'yê Serokê EGAM'ê Benjamîn Abtan, ku li Bakurê Kurdistanê hevdîtinan pêk tînin da zanîn ku ew li ser bê agahî mayîna têkîldarî geşedanên li Kurdistanê hatine heremê, ew ê bi çavdêriyên xwe mijara Kurdistanê bibin Ewropayê û dê zordestiya Erdogan ku li kurdan dike ji Ewropayê re vebêjin.
* Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Kepsûta Balikesîrê li dijî girtiyên ji doza PKK'ê girtî ne pêkanînên dij mirovane didomin û girtiyên PKK'î birine cem girtiyên edlî. Girtiyan bi rêya têlefonê li malbatên xwe agahdar kirin gotin ku di nava girtiyên edlî de kesên nijadperest û nebaş hene û ji ber vê yekê jiyana wan di xeterê de ye.
* Heyeta Parlamentoya Ewropa di roja duyemîn de gera xwe ya li Amedê didomîne. Dê Şaredariya Bajarê mezin a Amedê û partiyên siyasî ziyaret bike. (11.30/17.00) BI DÎMEN E
* Di pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) de dê Nêmêja Înê ya Sivîl li Parka Ormanê bê kirin. (12.00) bı dîmen e
* Wekilê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder' dê li navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî binçavkirinên dawî civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00-12.30)
* Baroya Amedê ji bo kujerên Tahir Elçî bê dîtin û darizandin dê li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30) BI DÎMEN E
* Nobeta Azadiyê ya ji bo Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya, Midûre Karên Nivisan ê rojnameyê Înan Kizilkaya û Şêwirmendên Lijneya Weşanê Necmiye Alpay û Asli Erdogan dê li ber Girtigeha Bakirkoyê de bidome. (16.00) BI DÎMEN E
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dê Nobeta Hurmeta Mafên Mirovan di hefteya 77'an de li pêş Sumerbank a berê ya Konakê daxuyaniyê bide. (18.00)
JIN
* Bi mebesta nîqaşkirina tundî, kedxwariya li ser jinê, xuyangiya dîroka jinê ya ku nayê dîtin û gelek mijarên din Akademiya Jinan a Marksîst vedibe.