Li Nisêbînê 2 cenaze hatin dîtin
MÊRDÎN (DÎHA) – Li Nisêbînê li Taxa Koçeran a ku qedexeya derketina derve lê didome, 2 cenaze hatin dîtin.
Li Nisêbîna Mêrdînê, ji 6 taxên ku qedexeya derketina derve li wan didome, yek jê jî Taxa Koçeran e. Li Taxa koçeran 2 cenaze hatin dîtin. Cenazeyên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, hat zanîn ku ji bo otopsiyê ew şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.
(red)