Cenazeyê 2 HPG'iyan hat teşhîskirin
WAN (DÎHA) Cenazeyê endamên HPG'ê Serhat Orak û Leyla Nas ên di pevçûna li gundê Oranis ê Tetwanê de jiyana xwe ji dest dan hat teşhîskirin.
Cenazeyê endamên HPG'ê Serhat Orak (Bager Tatvan) û Leyla Nas (Zilan Zerdeşt) ên di 11'yê Cotmehê de, di pevçûna li gundê Oranis ê Tetwana Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dan û li Nexweşxaneye Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê dihatin rawestandin hatin teşhîskirin.
Cenazeyê Orak ji aliyê malbata wî ve hat teşhîskirin û ji bo definkirinê birin Tatwanê, cenazeyê Nas jî ji bo definkirinê jî birin Êlihê.
Li aliyê din cenazeyên endamên HPG'ê Cafer Yaman (Bedran Munzur) û Şehrîban Kaya (Nuda Wan) yên di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan, hêjî li li Nexweşxaneye Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê tên sekinandin.
(mb)