Walîtiya Şirnexê hefteyek dem da şirnexiyan!
ŞIRNEX (DÎHA) - Hêzên dewletê yên ku konên şirnexiyan dorpêç kirin ji bo kon bê rakirin hefteyek dem da wan.
Piştî daxwiyaniya Walîtiya Şirnexê ya ku tê gotin "li cihên vekirî civîn pêkanîn, daxwiyaniyên çapemeniyê, vekirina standan, komkirina îmzeyan, belavkirina agahdariyan, daliqandina panqartan, vekirina konan, çalakiyên runiştinê û hwd " bi hinceta ewlehiyê hatine qedexekirin, polîsan bi ser konan de girtin û anos hat kirin. Di anonsê de hat diyar kirin ku divê şirnexî di nava hefteyekê de konên xwe berdin.
(kom/sa)