DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Doza 'Mertalên zindî' hat dîtin

20 Cotmeh
16:50 2016

AMED (DÎHA) - Doza derbarê 32 kesên ji bo operasyona leşkerî rawestînin wekî "mertalên zindî" çûbûn Liceyê û derbarê wan de 2 dozên cuda hatibû vekirin hat taloqkirin.

Doza 12 mertalên zindî yên li Licê li dijî operasyonên leşkerî bibûn mertalên zindî doz li wan hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di dozê de 22 kesên ku bi sucdariya "alîkarî dane rêxistinê" tên sucdarkirin û derbarê wan de 7,5 heta 15 sal ceza tê xwestin amade bûn. Rûniştina ku bi xwendina îdîanameyê destpê kir hinek welatiyan bi kurdî parastina xwe kirin.

Bersucan îfadeyên xwe yên midûryetê dubare kirin, diyar kirin ku ew ji bo şewata li herêmê derketiye vemirînin çûne herêma operasyonê. Bersucan dan zanîn ku di bin çavan de leşkeran girtekên "endamên rêxistinê" amade kirine û daxwaza serbest berdana xwe kirin.

Di dema îfade dihat dayîn de serokê dadgehê, pirsa hûn endamên HDP'ê ne yan na ji kesên dihatin darizandin kirin li ser vê persê parêzeran bertek nîşanî serokê dadgehê dan. Dozgerê danişînê, ji bo derbarê dozê de nêrîn bigirin û parêzer jî parastina xwe bikin ji dadgehê dem xwest. Heyeta dadgehê ji bo kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, parêzer parastinê bikin û ji bo nêrîna dozger bê girtin doz taloqî Çileya 2017'an kir.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN