li Mêrsînê 7 karker hatin binçavkirin
MÊRSÎN (DÎHA) - Di serdegirtinên malan ên Mêrsînê de 7 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser taxa Kargipinar Erdemliya Mêrsînê de girtin û 7 karkerên çandiniyê binçav kirin. Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin endamên HDP'ê ne û hinceta binçavkirina wan jî wekî parvekirinên wan ên li ser tora civakî hatin nîşandan. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Qereqola Tomukê.
Navê kesên hatine binçavkirin wihane: Ferhat Duşunuklu, Metîn Karci, Alî Karci, Feyzî Karci, Tahsîn Yologlu, Sedat Ergîn û Ferhat Ozturk.
(mb)