Li Şirnexê di nava qedexeyê de qedexe!
20 Cotmeh
15:49
2016
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Şirnex a ku 222 roj in qedexe berdewam dike, walîtiyê daxuyanî, civîn, vekirina standan, kampanyaya îmzeyan, belavok belavkirin, pankart daliqandin, kon vedan û çalakiyên rûniştinê qedexe kir.
Li Şirnex a ku di 14'ê Adarê de ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve qedexe hat îlankirin û hê jî qedexe didome walîtiyê bi fermanekî aşkera kir ku heta fermanekî duyemîn li bajar hemû çalakî hatine qedekirin. Di daxuyaniya walitiyê de hat gotin ku li bajar daxuyanî, civîn, vekirina standan, kampanyaya îmzeyan, belavok belavkirin, pankart daliqandin, kon vedan û çalakiyên rûniştinê hatiye qedexekirin.
(sa)