Heyeta ewropî jî rastî astengiyên OHAL'ê hat!
AMED (DÎHA) - Heyeta ewropî ya ku dê li Amed û Mêrdînê hin hevdîtinên girîng li gel saziyên kurdan û mafê mirovan bike hat Amedê. Parlementera Îngiliz Julie Ward a ku di nav heyetê de bû li Stenbolê hat binçavkirin û pişt re serbest hat berdan. Heyeta 7 jê parlementer ku ji 15 kesan pêk tê li Amedê di bin dorpêça polîsan de dest bi serdanan kir.
Heyetek ji Tevgera Alîgirên Dij Nijadperestî ya Ewropa (EGAM) û Parlementoya Ewropa pêk tê ji bo hin hevdîtinan hat Amedê. Heyet dema li Balefirgeha Ataturkê ya Stenbolê peya bû ji heyetê parlementera Parlemena Ewropa û Îngîltere Julie Ward ji aliyê polîsan hat binçavkirin û dest danîn ser amûrên wê taybet. Piştî dest danîn ser amûrên Ward serbest hat berdan.
Heyet dema hat Amedê û li otêla lê bi cih bûn ji bi polîsan re rû bi rû man. Heyetê ewil çû serdana Şaxa Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û li gel rêveberên ÎHD’ê civînek berfireh li darxistin.
Heyeta Ewropî dê bi Xizmên Windayan re li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê bên cem hev û dê li Xizmên Windayan guhdar bikin. Heyet dê piştî hevdîtina bi Xizmên Windayan re biçe serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û dê li vir jî civînek bifireh pêk bînin.
Li bendê ye ku heyet 3 rojan li Amed û Mêrdînê hin hevdîtinên girîng pêk bînin.
Ji gelek welatan nûner hene
Di nav heyetê de parlementera Hervé Féron, parlementerê Boşnak Dennis Gratz (Bosna) û endamên Parlementoya Ewropa José Maria Faria (Portekîz), Frank Engel (Luksemburg), Costas Mavrides (Kibris), Julie Ward (Îngîltere), Klaus Buchner (Elmanya) cih digirin. Ji saziyên civaka sivîl ên Ewropa Serokê EGAM’ê Benjamîn Abtan, ji Rêxistina Mafê Mirovan a Memorial Marîna Agaltsova (Rusya), Kordînatorê EGAM’ê Djordje Bojovic (Sirbistan), endamê Kordînasyona EGAM’ê Wêneger Romain Champalaune (Fransa), Rêveberê SOS Racism Jette Moller (Danîmarka), ji Însiyatîfa Ciwanan a Mafên Mirovan Mario Mazic (Hirvatîstan), Îvan Novosel (Hirvatistan) û Albert Selîmî (Kosova) cih digirin.
(bg)