Qeyûm alîkariya ji bo malbatên xizan da rawestandin
WAN (DÎHA)- Alîkariyê Waliyê Wanê Onder Can ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin alîkariya zad a ji bo malbatên xizan rawestand.
Alîkariyê Waliyê Wanê Onder Can ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin, xizmet da rawestandin. Qeyûm Can ê ki Midûriyeta Polîtîkayên Jinê û Midûriyeta Tenduristiyê bi Midûriyeta Karên Fenê ve girêda xebatên ku berê dihatin kirin jî rawestand.
Alîkariya ji bo malbatên xizan qutkir
Qeyûm Can alîkariya zar a ku ji bo malbatên xizan ji aliyê Midûriyeta Çandê ve dihat kirin jî bi Qaymeqamiyê ve girêda. Alîkariyên ji bo malbata dihat kirin hati birîn. Li aliyê din jî gelek xebatkarên şaredariyê yên di avahiya xizmetê de jî dan beşa têkoşîna bi berfê.
(sa)